Zarok bi xeyalên xwe mezinin

Gernas Welat Mihemed ê 13 salî bi piştevaniya dayika xwe bi kaxizan karê destan çêdike. Gernas diyar dike ku karên destan mêjî pêş dixîne.

ŞARISTAN MAHÎR
Qamişlo – Di serdema niha de, êdî jiyan bi teknîk û înternetê derbas dibe û ev yek bandora xwe li ser zarokan jî dike. Di temenek biçûk de dest bi kar anîna telefon û înternetê dikin. Her çiqas malbat baldarî nêz bibin jî hewesên zarokan jî ji bo bi kar anîna teknîkê pêş dikeve. Her wiha di serdemên wisa de zarokên xwedî hestên mezin yên pê xeyalên xwe jî diçin hene. 
Zarok ew kesin ku bi xeyalên xwe mezinin. Çiqas zehmet jî xuya bike zarok li pê xeyalên xwe diçin û bi hêviya pêk anîna xeyalên xwe mezin dibin. Yek ji wan zarokan Gernas Welat Mihemed ê 13 sali li  bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pê xeyalê xwe dimeşe û bi pêk anîna xeyalên xwe  kefxweş dibe. Her wiha dayika Gernas piştevaniya wî dike da ku xeyalên xwe pêk bîne. Gernaz bi afrîneriyek mezin bi kaxizan  tiştan dinekişîne. Bi têliyên xwe yên biçûk wate dixe kaxizan. Her wiha Gernas di dibistanê de jî zîrêk û jîre û diçê rêfa 7’an. 
"Karê destan mêjî  pêş dixe"
Gernas bi kefxweşî û rûkeniyek mezin wiha qala destpêkirina xwe ya karê destan dike: "Ez diçim dibistanê û ez di refa 7’an de me. Xwendin û dibistanê jî hezdikim. Dema ez ji dibistanê têm di destpêkê de waneyên ku mamoste daye me çêdikim. Dema karê min yê malê xelas dibe demê min yên vala çêdibin. Seatek an jî dû seatan ez bi karên destan re mijûl dibim. Destpêke min ev kar di televizyonê de dît û kêfa min pir jê re hat. Piştî wê min biryar da ku ez vî karî çêbikim.  Di roja me îro de gelek zarok bi telefonan mijûl dibin. Hemû jî bi lîstokên vala demê xwe derbas dikin. Berê min jî gelek bi telefonê dilîst. Ji bo ez ji telefonê dûr kevim û demê xwe tijî derbas bikim min biryar da ku ez vî karî bikim. Telefon mirovan pêş naxîne, berovajî mêjî disekîne. Ez niha bi kaxizan karê destan çêdikim û karên wiha mêjî pêş dixîne. Heviya min ew e ku zarokên demê xwe telefonê derbas dikin dev jê berdin û bi karên dest mijûl bibin. Her zarokek gorî temenê xwe dikarê bi karên mêjî pêş dixe mijûl bibe. Xeyalê min ew e ku ez bibim bijîjişk,  lê ez dev ji kare dest jî bernadim."
"Zarok bi piştevaniya malbatê pêş dikevin"
Dayika Gernas, Kesîre Şikrî Welo tinê ziman ku divê malbat ji bo pêşketinên zarokên xwe bibin alîkar û wiha dibeje: "Gernas dibistanê  dixwîne û di xwendinê de gelek başe. Mamosteyên wî jî gelek jê hez dikin û dibêjin di dibistanê de gelek jêhatiye. Rojek ji min re got ez dixwazim karên dest çêbikim, ez jî  pê re bûm alîkar û dest bi vî karî kir. Niha gelek ji vî karî hez dike û tiştên xweş û balkêş çêdike. Çar zarokên min hene, hemû zarokên min dixwazin fêrî karên wiha bibin. Niha dû birayên Gernas jî xwe fêrî çêkirina karê destan dikin. Ez dixwazim hemû malbat bi zarokên xwe re alîkar bin û ji bo xeyalên wan pîştevanî bikin. Encax bi piştevanî zarok dikarin xwe bi bawer bin. Em weke malbat zarokên xwe ji telefon û tiştên ku demê wan vala dibe dûr dixin. Niha zarokên min êdî bala xwe didin karên bi destan ku mêjiya wan zêdetir pêş dikeve. Her wiha bi karê destan re xwendina xwe jî dom dikin. Daxwaza min ewe ku her malbatek piştevaniya zarokên xwe bikin da ku zarokên me xeyalên xwe pêk bînin."