Yekem pêşangeha Şahmeran li Silêmaniyê hat vekirin

Yekem car Pêşangeha Şahmeran ji aliyê hunermend Naz Elî Ewal li bajarê Silêmaniyê hate vekirin.

Silêmanî – Pêşangeha Şahmeran ji aliyê hunermend Naz Elî Ewal li bajarê Silêmaniyê hate vekirin. Pêşangeh bi navê ‘Şahmeran li baxê Sewan’ sêyem pêşangeha taybet ya hunermend Naz Elî ye û cara yekem e ku li bajarê Silêmaniyê tê vekirin. Pêşangeha ku tê de 30 tablo hatin pêşandan, bi qasî bedewiya xwezaya Kurdistanê balê dikşîne ser êrişên li ser xwezaya Kurdistanê tê meşandin.

Hunermend Naz Elî der barê navê pêşangehê de wiha got: “Şahmaran bi xwe navek Kurdî ya resen e, xwedawenda jin û zanistiyê ye, netewa Kurd di kevin de baweriya xwe pê dianîn, ji bo pîroziyê li her malekê wêneyê wê dalaqandî bû. Min weke nîşane kar li ser nekir, min xwest wateya li pişt Şahmeran nîşan daye ku çi li Kurdan kiriye ku baweriya wan pê hebû û weke daristanên bihûştê lê hatiye, dema ku dayika Heva sêvek ceriband û bi pirsyaran jiyan ber bi pêş ve diçe nîşan bidim.”

Di tabloyan de balê dikşîne bedewiya Kurdistanê

Naz Elî destnîşan kir ku ew nêzî sê sal û nîvan li ser van tabloyan kar kiriye û xebatên tabloyan hemû behsa Şahmaran nake, her hinek tablo behsa tiştek cûda dike, behsa êrişên li ser xwezaya Kurdistanê dike. Naz Elî got ku gelê Kurd dar, çiya û deştan weke dostên xwe dizanîn û wiha got: “Her çendî em bi xwezaya ciwan ya Kurdistanê  çiya û daran keyfxweş in, lê belê rojane em dibînin gelek dar tên birîn û tên şewitandin, dixwazin daristanên me tune bikin. Ji ber vê jî min di tabloyên xwe de bal kişand li ser xweşiktiya xwezaya Kurdistanê.”

“Erka hûnermendan vegotina dîrok û çandê ye”

Naz Elî gelek ji karê xwe hez dike wiha got: “Ez tu caran bi karê xwe nawestim û ez bi karê xwe re bûme yek û ez tu caran ji bo xwe demek yê diyar yê temamkirina tabloyan diyar nakim. Em Kurd aşiqê rengan in, ev jî di cil û bergên me yên çandî de diyar dibe ku em çiqas aşiqê reng û ronahî û jiyanê ne. Erkê hunermend û siyasetmedaran e ku dîrok û rastiyan nîşan neslên were bikin. Ji ber wê gelek girîng e di hunerê de behsa Şahmaran û daristanan bikim, ji ber huner ne nîşankirinek bê wate ye, huner vegera êşan e, lêgerîna kevneşopiya siyasî û ayênî ye. ”   

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê pêşangeha Şahmeran dû heftiyan rojane ji saet 10’ê siharê heta 4’ê êvarê ji hûnerparêzan vekirî be.