Xwendina pirtûkan lêgerîna zanebûnê ye

Efaf Heskî pirtûkxaneyek di mala xwe de çêkiriye di rûpelên her pirtûkê de li zanebûnê digere her wiha bi pênûsa xwe helbest û gotaran li ser berxwedana ku tê meşandin dinivîsîne.

RONÎDA HACî 
Hesekê-Xwendin yek ji rêbazên bingehîn ê têgihîştina rastî û pêşxistina hişmendiya civakê ye. Çanda xwendinê ji bo her civakê girîng e, bi riya wê re mirov dîrok û çanda xwe nas dike û pêşeroja xwe ava dike. Çanda xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bûye, li aliyekî êrîşên desthilatdaran û li aliyê din jî talankirin û qirkirina li dijî mirovan zêde bûye. Rewşa koçberiyê û şerê taybet ê li ser civakê tê meşandin bû sedema ku çanda xwendinê di civakê de kêm bibe.
Efaf Heskî a 35 salî, li Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Di temenekî biçûk de pirtûkan dixwîne û der barê wan de helbest û gotaran dinivîsîne. Efaf cihê xwe di Saziya rewşenbîran a bajarê Hesekê de digre her wiha di mala xwe de pirtûkxaneyek çêkiriye û nêzî 350 cureyên pirtûkan dihewîne. Rojane di pirtûkxaneya xwe de pirtûkan dixwîne û zanebûnên xwe xurt dike. 
Pêvajoya xwenaskirinê 
Efaf da zanîn ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya hemû jinan pejirî û ev tişt got: ”şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû jinan azadiya kesayet û fikir bi xwe re anî. Min di şoreşê de xwe nas kir û asta xwe ya têgihîştin û zanbûnê xurt kir. Yek ji destkeftiyên vê şoreşê şensekî mezin da me em bi zimanê xwe pirtûkan bixwînin û nivîsa me jî şahidiya berxwedan û têkoşîna tê meşandin bike. Bêguman kesê pirtûkan naxwîne dê nikaribe binivîsîne, min pêşketina xwe di xwendina pirtûkan de dît û bi xwendinê re pênûsa min bi pêş ket. Min li ser welat, Rêber Apo, jiyan, hevaltî û dayikê bi kurdî nivîsandin.” 
“Fêmkirina wateya jiyanê di xwendina pirtûkan de ye”
Efaf bal kişand ser girîngiya xwendina pirtûkan û wiha domand: ”Fêmkirina watedariyeke jiyanê pir pêwîst e, her mirovek bi qasî têgihîştina xwe dikare bijî. Ger fêmkirin û têgihîştin sînordar be dê jiyan jî wiha be. Di encamê de îro li Rojhilata Navîn yek ji sedema pirsgirêkên kûr ên heyî jî nezanîn e. Derbaskirina vê krîzê tenê bi pêşxistina fikir û zanyariyê gengaz e, ji lewre divê pirtûk werin xwendin. Ciwan bi teknolojiyê dema xwe derbas dikin. Îro em li şûna pirtûkan di destên ciwanan de telefonê dibînin. Eleqedariya bi pirtûkan re kêm bûye, herî kêm rojê seatekê pêwîst e pirtûk bên xwendin. 
“Divê em xwedî li siberoja xwe derkevin”
Efaf bal kişand ser serkeftina têkoşîna bi çanda xwendinê re û wiha pêde çû: "Divê em xwedî li siberoja xwe derkevin û zarokan jî fêrî çanda xwendinê bikin. Pêwîst e em weke nivîskar bi pênûsa xwe xwedî li van kêliyên şoreşê derkevin, da her nivîseke me bikaribe şahidiya berxwedan û têkoşîna li hember zîhniyeta desthildar û rengê têkoşînê îfade bike. Eger ev şoreş bi çand û wêjeyê neyê meşandin dê şeasê serkeftinê kêm be. Min gelek pirtûkên Rêber Apo xwendine, li gorî nêrîna min mirovên pirtûkên Rêber Apo bixwînin dê jiyanê bi renge wê yê rast û dirust bijîn.”