Xwendin riya ku diçe xwenasînê ye

Jinên ciwan ên serdana 4’emîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan kirin derbarê girîngiya xwendinê de nêrînên xwe parve kirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – 4’emîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan ku li Silêmanî bi beşdarbûna 20 welatan di 17’ê Mijdarê de destpêkir û didome. Di pêşangeha ku dê heya 27’ê Mijdarê bidome eleqeya jin û ciwanan balê dikşîne. Me derbarê giringiya xwendinê û asta xwendina ciwanan de ji ciwanên ku serdena pêşangehê dikirin pirsîn.

 ‘Bi riya nivîs û xwendinê jin dikarin xwe zana bikin’

Besoz Ehmed ku serdena pêşnageha pirtûkan li bajarê Silêmanî kir diyar kir ku ev pêşangeh karek gelek girîng e, ji ber bi vê riyê mirov fêrî zanist û zanyariyên cur be cur dibin û wiha got: “Em weke jin dema pêşangehek civakî tê vekirin divê em biçin serdanê û li pirtûkan binêrin. Divê em bizanibin ku pêwîstiya me bi xwendinê heye. Ya girîng di vê pêşangehê de ew e ku weşanxaneyên biyanî û herêmî tên ba hev ku bi vê yekê xwendekar dikarin zêdetir pirtûkan bi dest bixin, asta xwendinê di qada siyasî, civakî û pirsgirêkên taybet ên jinan de bilind bikin. Tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye, ev jî çend sedemên wê hene, ji bo pêşî li van sedeman were girtin û civak ber bi pêş ve biçe divê civak bi giştî û bi taybetî jin, bi riya xwendina pirtûkan asta hişyariya xwe bilind bikin, zêdetir binivîsînin û xwe vebêjin.”

‘Pirtûk cîhaneke hundirîn ji bo xwendevan diafirînin’

Jina ciwan a bi navê Jawan Soran destnîşan kir ku pêşangehek bi vî awayî di rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê ku di qeyaranan re derbas dibe girîng e. Her wiha diyar kir ku rewşa siyasî ya b aloz herî zêde bandorê li ser jinan dike û got: “Ji ber ku her dem êrîş û tundîtûjî di civaka Kurd de li hemberî jinan heye, ji ber wê jin dikarin bi riya xwendinê der barê mafên xwe de bibin xwedî agahî û zêdetir li hemberî vê tundîtûjiya ku tê kirin hişyar bin. Bandora pirtûkan di pêşîgirtina tundîtûjiyê de zêde ye, ji ber ku xwendin, fikr û ramanên mirov bi pêş dixe. Bi xwendinê asta hişyariyê zêdetir dibe. Mirov ji xwe û mafên xwe, ji gerdûnê haydar dibe.”

Jin ji bajarên cuda tên serdana pêşangehê

Ji derveyî bajarê Silêmanî li navçe û bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê hemwelatî serdana pêşangehê dikin û daxwaza wan ew e ku hemû kes werin pêşangehê. Jiyan Hemîd ku ji Dihokê hatiye serdana pêşangehê wiha dibêje: “Girîng e ku jin ew pirtûkan bixwînin, bi taybetî yên li ser pirsgirêka jinan, ji ber ku bi wê yekê hişyar dibin û li hemberî tundîtûjiyê disekinin. Ev jî dibe sedem kêmbûna nêzîkahiyên tund ên li hemberî wan.”