Ji xwendekarên beşa hunerê ya zanîngeha Silêmanî konser

Îsal xwendekarên pola dawî ya beşa hunerên ciwan a zanîngeha Silêmanî, bi boneya dawiya salê konsereke orkestrayê li dar xistin.

Silêmanî- Îro li Hola Qadir Dîla xwendekarên beşa muzîkê ya koleja hunerên ciwan a zanîngeha Silêmanî, bi boneya dawiya xwendina sala îsal konsereke orkestrayê dan. 

Xwendekarên qonaxên cuda yên beşa muzîkê beşdarî konserê bûn. Di konserê de gelek berhemên muzîkê bi orkestra hatin pêşkêşkirin. Konser ji aliyê xwendekaran ve rastî eleqeyek mezin hat.