Xwediyên xelatên Duygu Asena yên 2023’an hatin aşkerakirin

Weqfa nivsîkaran PEN’ê aşkera kir ku wê xelatên Duygu Asena ya PEN’ê ya sala 2023’an bidin Gulseren Onanç, Pinar Selek û Haluk Levent.

Navenda Nûçeyan – Weqfa nivîskaran PEN ku her sal di mijara pirsgirêka jinan de xebatên hişmendiyê dide meşandin, xwediyên xelatên Dugu Asena yên PEN’ê yên îsal hatin aşkerakirin û wê xelatên bidin Pinar Selek, Gulseren Onanç û Haluk Levent.

PEN’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber erdhejê di rewşek awarte re derbas dibin û wiha hat gotin: “Rejîma yekmêrî vê rewşa awarte û pêvajoya bi êş her çendî weke plana qederê bi nav dike jî em di wê baweriyê de ne ku ger rêzdar Duygu Asena îro sax bûya, wê li dijî vê bûya, wê pênûsa wê, di distên wê de bûya, dê weke hemû kesên xwedî wijdan biçûya alîkariyê. Di şert û mercên îro de, li ser navê wê xelata Duygu Asena ya 2023’an îsal wê di çarçoveyek berfirehtir de be û me biryar da ku em bidin sê mirovên temsîla sê saziyan dikin.”

Kesên ku xelat bigrin ev in:

Di daxuyaniyê de der barê sê kesên ku xelat bigrin da agahî hat dayîn. Der barê avakera weqfa wekhevî û hevgirtinê ya SES’ê Gulseren Onanç de ev pênase hat kirin: “Ji perspektîfên feminist, têkoşîna ku bi dinyayê daye xwendin, lêpirsînkirî û bûye hêvî û mizgîniya sîstemek cuda.” Der barê Pinar Selek de bal kişand ser doza ku 25 salan berdewam kir û wiha hat gotin: “Pinar Selek ji 2017’an ve li Fransayê di zanîngeha de Cote d’Azur (CNRS / Université Côte d’Azur / Université Paris Cité) weke erkdarê perwerdeyê û di heman demê de di federasyona hevgirtina jinan de kar dike. Li Tirkiye li ser destpêkirina tevgera femînîst, lêkolîna civakê de pirtûk nivîsiye û li bajarên cuda bi dayîna konferansan xebatên xwe berdewam dike. Em ji bo hemû kesan dibêjin heq hiqûq.”

Der barê Haluk Levent de di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê bi alîkariyên ku dike tê naskirin.”