“Xêzkirin cîhanek cûda ye”

Wênesaz Besma Enter da zanîn ku di riya wêneyan de mirov dikare hest û çanda xwe bide naskirin û got: “Em dixwazin nifşekî xwedî berhem bidin avakirin”.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi dirûşmeya “Afirînerên avakerê israr û serkeftinê” Tevgera Hilala Zêrîn a kantona Hesekê bi koordîneya Komîteya Çandê ya Kantona Hesekê doh pêşengek vekir. Li pêşangeha ku îro jî dê bi serdanan didome gelek hûnerên destan tê pêşandan.

Mamosteya Wênesazî Besma Enter der barê girîngiya hûnerê û pêşangehê de ji ajansa me re axivî.

Besma Enter diyar kir ku vekirina pêşengeha wênesaziyê yek ji xebatên pîroz ên tevgera Hilala Zêrîn a Kantona Hesekê ye û wiha got: “Ev salek ev navend hatiye vekirin û ev pêşengeha yekemîn e, vekirina wê gavek pîroz e ji bo parastina çandê û pêşxistina hunera zarok û ciwanan. Her wêneyek di vê pêşengehê de xwedî wate ye. Dema mirov wêneyekê xêz dike diçe cîhanek cuda, bi hestê xwe ew cîhan di wêneyan de diyar dibe. Daxwaza me ji malbatê zarokan heye ku zarokên xwe ji hunerê mehrûm nekin û rê li ber pêşketina wan negrin. Xêzkirin şaristanî û çandeke pîroz e, pêwist e di riya vekirina pêşengehan de derfet bidin her wênesazek ku bikaribe berhemên xwe tê de pêşkeş bike.”

“Berhemên zarokan neçewisînin”

Şagirt Sîmav Hesen spasiya Hilala Zêrîn kir ku derfet li pêşiya wê vekir da ku xwe bi pêş bixe û bikaribe berhemên xwe pêşkeş bike û wiha pêl da axiftinên xwe: “Beriya ez werim Hilala Zêrîn perwerde bibînim bingehek min di xêzkirinê de hebû lê têrê nedikir ku ez başxwe ifade bikim. Piştî ku ez hatim Hilala Zêrîn û mamosteya min min fêr kir ez pir bi pêş ketim û min wêneyên pir xweş xêz kir. Wêneya ku min xêz kir dapîra min e, min xwest di riya vê wêneyê de di ruyên dayika xwe de keda wê nîşan bidim, her wiha girêdana wê bi cil û bergên wê filklorî ku heya roja îro lixwe dike û diparêz e nîşan bidinn. Ez ji her malbatekê re dibêjim bila berhemên zarokên xwe neçewisînin û piştgirî bidin wan da ku xwe bêhtir bi pêş bixin.”

“Xweşikbûna jinê ji rih û zengînbûna hişmendiyê ye”

Şagirt Ehmed Xemîs a ku di riya wêneyên xwe de xwest xweşikbûn û estetîka jinê ya rihî derxîne pêş wiha got: “Min jinek reşik xêz kir, min xwest di vê wêneyê de bidim diyar kirin ku xweşikbûna rast ya rihê mirovan e ya hişmendiya wan e. Ji bo ku mirov bibe wênesazek serkeftî pêwist e di vê aliye berewam bike û xwe jê qut neke.”

Pêşengeh bi serdana Endam û Rêvberên saziyan îro bi dawî bibe.