‘Xezîneyek Li Ser Sing’: Hewldanekê dîtina ronahiyê

Pêşangeha hunermend Mehrnoş Badper a bi navê ‘Xezîneyek Li Ser Sing’ li Urmiyê bala hezkiriyên hunerê dikşîne ser xwe. Mehrnoş Badper bi berhemên xwe hewl dide balê bikşîne ser hewldanên dîtina ronahiyê di demên tarîtiyê de.

VÎNA SEPHERÎ

Urmiye – “Ji bo jiyanê tiştek ku li ber bisekine, xweşiktiya biranînên zaroktiyê û qasî mala ku tê de dijî ne bi bandor e. Li ser girîngî û nirxê kombûna perwerde û fêrbûnê gelek gotin hatine gotin. Lê belê bîranên ku ji zaroktiyê mane, dibe ku kombûna herî baş a fêrbûnê ye. Ên ku ev bîranîn di singê xwe de hilgitibin, wê heta dawiyê werin parastin. Û heta kesê ku bîranînek tenê ya xweş maye, bi wê bîranînê dikare ji xwarê, şêwe bide bilindbûnê.”

Metna li jor danezenek kurt a li pêşangeha wêne ya bi navê ‘Xezîneyek li ser sing’ a li Galeriya Urmiye ya 17’an hatiye vekirin e. Ev pêşangeh ji 31’ê Tebaxê heta 10’ê Îlonê ji bo serdanên xelkê wê vekirî be û beşek ji berhemên Mehrnoş Badper tê de tê pêşkêşkirin.

Di pêşangehê de hunermend bi berhemên xwe girîngiya demê zarokatî, bandora hawirdor û bîranîna li ser mirovan bi taybet ji bo nifşê salên 1980’an digre dest. Li Îranê ji bo gelek mirovan, bi taybet deh salên derbas bûye, baş derbas nebû. Lê belê mirov ji bo zoriyan derbas bikin, gelek caran pêwîstî bi bîranînên wan ên xweş hene. Mehrnoş Badper, ji jiyana xwe kêm bîranînên xweş pêşan da û dixwaze ji mirovan vê bêje: “Di nava taritiyê de ronahiya xwe bibînin.”

Ji rojên herî tarî yê jiyanê teyîsînek

Mehrnoş Badper ku di sala 1983’an de ji dayîk bûye, di qada şêwekariyê de yek jî hunermendên jin e. Berê li ser endezyariya Kîmya perwerdeya xwe temam kiriye, lê belê dema eleqeya xwe dît, ev nêzî 10 salan e bi karê şêwekariyê ve eleqedar e. Hunermend, têkildarî derketina pêşengehek wiha xwe dide nasîn û dibêje: “Pêşangeha Xezîneyek li ser sing’ pêşangeha min a sêyem a şexsî ye. Weke ku di danezana ku min nivîsî de, ev berhem çavkaniya xwe ji zarokatiya min ku demê herî tarî yê jiyana min bû digre. Ev ceribandin rewşa hevpar a nifşên 80’an ya li Îranê ye. Ji zarokatiya xwe min çend xalên biçûk dît û di nava salên dawî de ev fikir hat hişê min, min jî kir wêne.”

Di berhemên hunermend de, şopên faktorên hawirdor yên çandî û kîlîşe bi eşkere tê dîtin. Hunermend sehneyên jiyana xwe dike wêne. Ev sehne temaşevanan dixwe rêwitiyê demê, di heman demê de firsenda fikrandinê jî ava dike.

Mehrnoş Banper, têkildarî tabloyek xwe wiha dibêje: “Tabloyên min ji bîranînên min pêk tê. Mala me hertim qadek a şer bû. Dayîk û bavê min hertim di rewşa şer de bûn. Hejmarek kêm ji biranînên min, rojekê ew di nava bêdengiyê de diaxivîn û rastî pirsek min a zaroktî hatin. Ez ketim odê, min ji dayîka xwe pirsî; “Dayê te bavê min kengê anî dinê?” Herdu keniyan û kenê wan di mejiyê min de ma.”

Xezîneyek li ser sing

Hunermend Mehrnoş Badper têkildarî pirsa ku çima navê pêşangehê kiriye ‘Xezîneyek li ser sing’ wiha got: “Divê pêşangehê de 14 berhemên min ên bi boyaxa rûn min çêkiriye hene. Min dikarî vê hejmarê bidomînim, lê belê hemû bîranînên min ên xweş ê zaroktiyê bû ev 14 dîmen. Min ji temaşevanên pêşangehê xwest ku xezîneyên xwe yên sing binivîsin. Lê belê piranî dibêjin tu bîranînek wan yên xweş ên zaroktiyê nîne. Ji xwe bîranînek xweş ya zaroktiyê, wek tayek ku di demê herî tarî de xwe pê bigre ye.”

Guh bide dengê xwe yê hindur

Hunermed Mehrnoş Badper herî dawî vê peyamê dide jinan: “Ketina min ya dinyaya hunerê di 32 saliya min de bû û min ji hevjînê xwe destek girt. Ya rast ewe ku destekvanên gelek kesan nîne. Ger desteke herî bûçûk jî hebe bi karbînin. Ger di zîhnê we de hertim tiştek hebe bêje ‘min çêbike’, guh bidin dengê xwe yê hindûr. Li pey wê herin û bizanibin ew bi nirx e.”