Xewna Sarvasha ya herî mezin ew e ku bi azadî bistirê

Ger em bêjin ziman, ol û netewa muzîkê nîne lê zayenda derketina dîkê heye, dibe ku ji bo Îranê pênaseyek di cih de be. Sarvasha M.

HİMA RAD

Sanandaj – Ger em sitrînê hez dikin û hevokên ku ji dilê me diherike bi meqamek digihîn hev û bilêv dikin pir xweş e. Ji ber ku hêj qanûnên mêr serwer li rûyê me dide ev jî azadiyekî ku lêgerîna wê tê kirin e. Mînak li Îranê hêj bi tena xwe derketina jinekê ya ser dike qedexe ye! Sarvasha M. ya ji Sanandajê ku sitrînê ji bo xwe weke şêweyê xwe îfadekirinê dibîne û dibêje “Dema ku ez distirim hîs dikim ku dijîm” jinek evîdara mûzîkê ye. Sarvasha M. destnîşan dike ku ew ji dilê wê derbas dibe û bi hêvî stranên xwe distire dibeje ku wê hêj di temenek biçûk de dest bi mûzîkê kiriye û ji roja ku xwe nas dike heya niha distire.

“Hûner azad dide hîskirin”

Sarvasha M. têkiliya xwe ya bi mûzikê re wiha bilêv dike: “Ez ji zarokatiya xwe ve distirim. Dema ku ez çûm dibistanê beşdarî koroya dibistanê bûm. Bê guman destpêkê di koroya dibistanê de em fêrî merşên Îranê dikirin û bi me didan gotin lê ev yek jî heskirinek pir mezin dida. Guhdarkirina stranên bi qelîte êdî bû karkêfiya min. Guhdarkirin û sitrîna stranan bû parçeyek ji jiyana min. Dema ku min xwest ez bi mûzîkê re mijûl bibim kesek wêrekî neda min û heta ez bûm mijara henekan. Ji ber ku li Îranê di rejîma molla de nehatiye dîtin ku jinek bi tena xwe derkeve ser dîkê. Çi dibe bila bibe, ez dizanim ku bi hûner û şaxekî hûnerê re mijûlbûn dihêle ku mirov xwe azad hîs bike...”

 “Ez hêvîdar im ku bikaribim hemû astengiyan derbas bikim”

Sarvasha M. dibêje ku ew hêj di demê dibistana seretayî de nekariye bi awayekî profesyonel sitranan bêje û destnîşan dike ku li gel wê jî ti caran jî hêviya xwe wenda nekiriye. Sarvasha M. destnîşan dike ku piştî xilaskirina dibistanê wê xwestiye perwerdeya srtanbêjiyê bibîne, lê ji ber pêkutiyên civakî neçar hatiye hiştin ku bizewice, got ji ber pêkûtiyên malbata mêrê ku pê re zewiciye ew nekaribûye bi awayê dixwaze bi hûnerê re eleqedar bibe. Sarvasha M. da zanîn ku ew niha dema ku zarokên xwe perwerde dike hewil dide di vê mijarê de xwe jî perwerde bike û got: “Min ti caran hêviya xwe wenda nekir, ez hêvîdar im ku bikaribim hemû astengiyan derbas bikim.”   

Di nîqaşên bi dostên xwe re dest bi mûzîkê kir

Sarvasha M. destnîşan kir ku rûxmê hemû pêkutiyên malbata wê û yên malbata hevserê wê jî hewildaye ji xwe re enstruman sitendiye û ew bi xwe xwe perwerde dike û da zanîn ku gotin di cih de be ew di nîqaşên bi dostên xwe re dest bi mûzîkê kiriye û dengê xwe daye bihîstin. Sarvasha M. bilêv kir ku di hemû hewildanên wê yên avêtina gavê profesyonel de her carê ji ber pêkûtiyan ew hatiye astengkirin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ya rast di vê mijarê de ez xwe jî sûcdar dibînim ji ber ku min pir hewildan neda. Niha hêj baştir têdigihim ku ger însan bixwaze, ji bo pêkanînê jî divê têbikoşe... Bi têkoşînê bi demê re li Salona Fajrê ez dû caran derketim ser dîkê, lê piştî destpêkirina şewbê min berdewam nekir. Niha jî bê rawestan ez distirim û ezê ti caran dev jê bernedim.”

Xewna wê dikek ku bi azadî bikaribe bistire ye

Sarvasha M. dema ku girêdanbûna xwe ya bi mûzîkê re bilêv dike balê dikşîne ser wê yeke ku ew bi eşqekî mezin pê re girêdayîye û dibêje: “Ji îro şûnde ezê hêj bêhtir biceribînim û ji bo şikandina fêrbûnên civakî ezê têbikoşim. Xewna min ewe li dîkê bi azadî bistirim. Malbata min û malbata hevjînê min ên li dijî eleqedarbûna min a mûzîkê derketin li refa herî pêş rûdinin û ji nava dilê xwe min guhdar dikin... Vaye ji bo avakirina vê dîkê ezê hêj bêhtir bistirim” û bi vî awayê gotina xwe bidawî dike û bi temaşekirina bajar û bi sitrandina meqamekî ku ji dilê wê derbas dibe xatir ji me dixwaze Sarvasha M...