Xelatên Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurge diyar bûn

Di 26’emîn Festîvala Fîlman a Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge de xelatên rûmet, Serkeftinê ya Bilge Olgaç û Pîreboka Ciwan diyar bûn.

Navenda Nûçeyan - Xelatên Festîvala Fîlmên Jinan a Navdewletî ya Ucan Supurge ku her sal ji bo balkişandin û xuyakirina keda jinan di sînemayê de û ji bo cesaretkirina nifşê nû yê sînemagerên jin tê dayîn, diyar bûn.

Di 26’emîn Festîvala Fîlman a Jinan a Navneteweyî ya Ucan Supurge ku di navbera rojên 31'ê Gulanê û 7'ê Hezîranê de tê lidarxistin de dê Xelata Rûmetê ji Tilbe Saran re bê dayîn.

Xelata Serkeftinê ya Bîlge Olgaç dê bidin 3 sînemagerên jin.

Xelata Serkeftinê ya Bilge Olgaç ku ji bo bîranîna Bîlge Olgaç a yek ji yekemîn derhênera jin a sînemaya serdest ê mêr a ji bo pîrozkirina destkeftiyên jinên ku di warên cuda yên sînemaya Tirkiyeyê de ked da dê îsal bidin sê kesan. Lîstikvan Asiye Dinçsoy, Derhêner û Senarîst Belmin Soylemez û Vesazker Selda Taşkin îsal Xelata Serkeftinê ya Bîlge Olgaç bigrin.

Pirêboka Ciwan: Oykusu Ozyurek

Xelata Pîreboka Ciwan jî ji sala 2009’an ve bi armanca cesaretkirina şanogerên jin ên ciwan, ji bo piştgirîdayîna rêwîtiya wan a sînemayê û balkişandina ser berhemên wan ên di vî warî de û ji bo di sînemaya tirkî de cesaretkirina nivîsandina rolên jinan ên xurt û erênî tê dayîn. Xelata Pireboka Ciwan dê bidin lîstikvan Oykusu Ozyurek.