Xelata salê ya ruhê sînemayê Mehnaz Mohammadî girt

Di Festîfala fîlman a Kelarê ya navneteweyî ya 27’emîn de ‘Xelata salê ya ruhê sînemayê’ sînemegera Îranî Mehnaz Mohammadî girt. Muhemedî ya ku piştgirî dabû serhildanên Îranê beşdarî festîfalê nebû, hinek porê xwe yê jêkirî şand.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta eyaleta Kelara Hindistanê Thiruvananthapuram ji sala 1996’an ve heta niha li depertmana karûbarên çandê ya dewleta Kelarê ji aliyê akademiya Chalachitra ya eyaleta Kelarê festîfala 27’emîn hat lidarxistin. Îsal “Xelata salê ya ruhê Sînemayê di 9’ê Kanûnê de dan sînamegera Îranî Mehnaz Mohammadî ku piştgirî dabû serhildanên Îranê yên di 16’ê Îlonê de piştî qetilkirina Jîna Emînî hatibûn destpêkirin. Ji ber sînamegera Îranî Mehnaz Mohammadî di girtîgeha malê de bû beşdarî merasîmê nebû, hinek porê xwe yê jêkirî ji bo piştgiriya serhildanan şand festîfalê. 

‘Ji bo êşa ku dikşînim bidim nîşandan min porê xwe jêkir’

Peyama Mahnaz Mohammadî ya ji bo festîfalê de ji aliyê amadekarê Yunanî yê fîlman û amadekarê projeyan Athina Rechel Sangari ve hat xwendin wiha hat gotin: “Ji bo ew êşa dikşînim bidim nîşandan min porê xwe qut kir. Ev nîşaneya êş û nexweşiya ku dikşînim e, rabe û bidome bike, gelek ciwan tên kuştin û darvekirin. Di 8’ê Kanûnê de ciwanê 23 salî Muhsîn Şikarî ji bo ku bêedaletiyê şermezar kir hat dervekirin. Ez vê peyamê rêdikim ji ber di van rojan de ji bo em mafê xwe yê rewa bi dest bixin ez dizanim pêdiviya me hemûyan bi yekitiyê heye. ‘Jin Jiyan Azadî.’

Xelata sala 2021’ê sînemagera Kurd Lîsa Çalan girtbû

Xelata ruhê sînemayê ya IFFK li hemberî hemû zextan azweriya xwe ya sînameyê berdewam kir, ji bo were teqdir û spasiyê tê lidarxistin. Di sala 2021’ê de ev xelat cara yekem sînemagera Kurd Lîsa Çalan ku di 7’ê Hezîrana 2015’an de di mitînga partiya Demokratîk a gelan HDP’ê de di êrîşa bombayî de herdu lingên wê jêbûbûn girtibû.