Xecê bi “Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo” derdikeve pêşperî hezkiriyên xwe

Hunermend Xecê, Çagdaş bi stranên yek ji pêşengên muzîka Kurdî Mehemed Şêxo derdikeve pêşperî hezkiriyên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hunermend Xecê, xebata xwe ya albumek nû bi “Guldesteyek ji stranên Mehemed Şêxo” derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Album bi wesîleya salvegera koçkirina Mehemed Şêxo, îro bi etîketa Ses Media Muzîk di hemû platformên dîjîtal de cihê xwe girt.

Ji pêşengên muzîka Kurdî ya nûjen Mehemed Şêxo, tevî hemû astengî û zextan jî bi hestên berpirsyariyê û hezkirina xwe ya bêhempa, hezkirina xwe ya ji bo welat û civaka xwe bi berhemên xwe anî ziman, ket dilê gelê xwe. Mehemed Şêxo bi terzê xwe yê xweser ji gelek hunermendan re bû îlham. Niha jî berhemên Mehemed Şêxo bi dengê Xecê careke din dê bi hezkirin werin guhdarîkirin.