Wezareta rewşenbîran der barê weşandina diramayên tirkî de bêdeng e

Diramayên tirkî weke jehrek ketiye nava malên civaka Kurdan, her çendî gelek caran kampanya yekrêziya jinan a li dijî tundîtûjî û dagirkeriyê wezareta rewşenbîrî li hemberî metirsiyên weşandina agahdariyan kiriye lê belê bêdeng û bê helwest e.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Du sal di ser avabûna kampanyaya yekrêziya jinan a li dijî tundîtûjî û dagirkeriyê ku di 5’ê Cotmeha sala 2020’an hatiye damezrandin re derbas bû. Ev kampanya li ser bingeha hişyarkirina civakê û bi destxistina mafê jin û kesên civaka Kurd, yek ji xala sereke ya boykotkirina diramaya Tirkiyeyê, armanc ew e ku êdî diramayên tirkî nebin sedema têkdana civakê, ji ber armanca van diramayan parçekirina civak û malbatan e, ji ber van diramayan gelek nêzîkatiyên ne di rê de di nava endamên malbatê de ava dibe û rewşa malbatan ber bi xirabûnê ve diçe.

Pirsgirêkên malbatan ji ber vê sedemê zêde dibe, nêzîkatî, rastgotin kêm dibe, li beramberî vê jî îxaneta hevjînan û hevaltiyê zêde bûye. Ji ber vê yekê ev kampanya wek pêwîstiyek tê zanîn ku yek ji bingehê rêgirîkirina van diramayan e. Kampanya yekrêziya jinan a li dijî tundîtûjî û dagirkeriyê nameyek radestî wezareta rewşenbîran kirine ku diramayên tirkî ji televîzyonên Kurdî rakin lê belê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn û hê jî weşandin diramayên tirk berdewam dike.

“Me her dem hewl daye em pirsgirêkên civakê çareser bikin”

Çalakvan û endama kampanyayê Kejal Ebdulqadir wiha behsa kampanyayê kir û got: “Kampanya yekrêziya jinan bi bejdarbûna jinên civakê yên rêxistinan pêktê. Bi yek armacî rizgarkirina jin û malbatan ji hemû aliyên xirab, herçendî hebûna vîrosa Korona bû sedemê kêmbûna çalakiyên me, lê belê me karî em gelek semîneran bidin û serdana ofîsên wezareta rewşenbîrî li bajarê Silêmanî bikin û fikrê xwe di derbarê diramayên tirkî de bînin ziman. Di nava dû salan de wezareta rewşenbîrî bersîva nameya me nedaye û her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan di nava malbatê de, cihê kar û li gelek cihên din me serdana gelek cihan kirine.”

“Weşandina diramyên tirkî cureyek din ê dagirkeriyê ye”

Kejal Ebdulqadir diyar kir ku diramayên tirkî bandorek ya xwe ya neyênî û xirab li ser civaka Kurd heye û wiha domand: “Diramayên tirkî gelek kes temaşe dikin, piranî beşek zêde ya ciwanan dixwazin ew jiyana di wan diramayan de bijîn, ev diraman e bi siyaset tên weşandin, planek hemwextî ye û da ku bala ciwanan belav bikin û ji perwerdeyan dûr bikevin, ev jî cureyek din ê dagirkeriyê ye. Ne şert e dagirkerî bi çek û leşkerî, dixwazin bi riya fikir gelek dagir bikin, bi taybetî ger bi riya ragihandinê be li gorî xwesteka xwe dikare dagirkerî were nava malan. Ev jî riyek baş e ji bo belavkirina têkiliyên di nava civaka Kurd de, ev jî rê ji bo dagirkeriyê vedikin ku bi hêsanî fikrên mirovan dagir bike.”

“Desthilatdar li hemberî civakê xwe berpirsyar nabîne”

Kejal Ebdulqadir bi bîr xist ku medyaya civakî û diramayên tirkî bûne jehrek û ketine nava civaka Kurdan û tu sansorek li ser van belavkirinan nîn e her ku diçe bandorên xirab zêde dike. Wezareta rewşenbîran jî bêdeng û bê helwest e, ji ber wê ragihandin û kanalên televîzyon her dem van cureyên diraman diweşînin, kesên di nava torên civakî de kêfa wan tên û wiha got: “Rêxistinên jinan, çalakiyên medenî weke pirekê di nava pirsgirêkên civakê, jin, desthilatdar û aliyên pêwendîdar e, ev jî ji bo gihandina peyaman e. Me gelek caran xwest em peyama xwe bigihînin lê belê desthilatdar bersiv neda berpirs desthilate ne çalakvanin, rêgirîkirina li van diramayan di destê desthiladariyê deye û desthilat jî  li gora siyasetê dixwazin werin weşandin. Dema wezareta rewşenbîrî xwe nerazî dikin jî desthilar guh nadin daxwazên wan. Divê bi temamî karmendên wezareta rewşenbîrî dawî li pile û pêwerên xwe bînin da ku êdî diramayên tirkî bandorên xirab li ser civaka me nekin.”

“Ji bo temaşekirina televîzyonê divê em xwe berpirs bibînin”

Çalakvan Kejal Ebdulqadir da diyarkirin ku dema ku wezareta rewşenbîrî û desthilatdar bêdeng in, divê kesên di nava malbat û civakan de di asta van bername û diramayên ku rojane temaşe dikin de xwe berpirs bibînin û got: “Bila civak bi giştî têbigihîje bi diramayên tirkî yên jehrî divê rêgirî li malbata xwe bike û temaşe nekin û bi zarok û endamên malbatê têbigihînin nabe ku temaşeyî diramayên tirkî bikin. Her wiha divê bi riya dibistanan xwendekar werin hişyarkirin û êdî temaşeyî diramayên tirkî nekin. Di plana kampanyaya me de bêdengî û bê helwestî nîn e, em ê her dem dengê xwe li hemberî wan derbixin.”