"Werin em bi hev re muzîkê zindî bikin"

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê dest bi amadekirina vekirina dibistana muzîkê ya bi navê Sara li Kobanê dike. Mamoste Perwîn Salih der barê armanca vekirina dibistana Sara de wiha dibêje: "Kobanê di milê muzîkê de qels maye divê em vê qelsbûnê ji holê rakin, ji bo vê yekê me ev dibistan ji bo xwendekaran vekir."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Hîlala Zêrîn a Kobanê di nava projeyên xwe yên heyî de wê dibistana muzîkê ya bi navê Sara veke. Ji ber ku di nava Kobanê de gelek keçên ciwan ên xwedî dengê zîz hene û divê ev deng bên derxistin. Gelek kes dixwazin cihê xwe di nava muzîkê de bigrin û xwe fêrî amûran bikin. Lê ji ber derfetên kêm heye niha Hîlala Zêrîn tenê di astekê de mabû. Komên wan ên govend, muzîk, şano û waneyê hene, ji bo hîn beşên muzîkê berfireh bikin dest bi vekirina dibistanê kirin da ku xwendekar berê xwe bidinê û beşdarî nava xebatên muzîkê bibin. Di destpêka şoreşê de Hîlala Zêrîn wek nav hebû lê piştî wê bi çend salan êdî navenda xwe di 2018'an de li Kobanê bi awayekî fermî vekir û ciwan hembêz kirin. Komên zarokan ên biçûk û mezinan çêkirin. Di hemû şahî û çalakiyan de cih digirtin. Ji bo beşa muzîkê di nava gel de careke din bê zindîkirin wek dengê Eyşe Şan, Mizgîn û Zehra, ji bo nifşên pêşerojê zarokên vî welatî muzîkê her di nava xwe zindî bihêlin.  
Dibistana Sara ya muzîkê
Dibistana Sara ya muzîkê li Kobanê dest pê dike, dibistan ji bo jinên ciwan ên Kobanê ava dibe. Heger kesên ji muzîkê hez dikin û dixwazin xwe di muzîkê de bi pêş bixin hebin, dikarin serî li dibistanê bidin. Dibistan 3 salan didome û perwerdeyên gelek beşên muzîkê tên dayîn. Waneyên bên dayîn ev in alfabeya muzîkê, teoriya muzîkê, solfej, bona, rîtim, dîkte, meqam, harmonî, bîra muzîka Kurdî. Amûr jî sentûr, keman, kemançe, def (erbane) û piyano. Ciwanên ku bên pejirandin jî divê temenê wan di navbera 14-17 salî be. Cihê serîlêdanê navenda Hîlala Zêrîn e. Di dibistanê de sê mamosteyên şareza dê waneyan û amuran fêrî şagirtan bikin.
Şagirtên Aram Tîgran li Kobanê perwerdeya muzîkê didin
Nûrşîn û Perwîn ên ji Kobanê ku xwişkên hev in, perwerdeya ku li Amedê Bakurê Kurdistanê li Konserwatûara Aram Tîgran li ser amûrên muzîkê yên Rojhilat û Rojava dîtin, niha li Kobanê dê di dibistana Sara de perwerdeyê bidin şagirtan. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk di 2014'an de berê xwe dan Kobanê û gel dan koçberkirin, malbata Nûrşîn û Perwîn jî koçî Wanê kirin ku pêşiyên wan ji wir koç kiribûn. Wê demê Nûrşîn û Perwîn hê zarok bûn, temenê Perwîn 13 û yê Nûrşînê jî 15 bû, demekê li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) a li Wanê perwerde dîtin. Ji bo perwerdeyeke baştir bibînin derbasî Amedê bûn.
Perwerdeya Perwîn û Nûrşîn li Bakurê Kurdistanê 
Li Konserwatûara Aram Tîgran a li Amedê, Nûrşîn perwerdeya kemanê, Perwîn jî perwerdeya sentûrê dibînin. Piştî ku qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat tayînkirin û Konserwatûara Aram Tîgran hat girtin, mamosteyên dibistanê devereke nû vekirin  Nûrşîn û Perwîn jî perwerdeya xwe li devera nû domandin. Nûrşîn û Perwîn beriya mehekê vegeriyan bajarê Kobanê û li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest bi dayina perwerdeya muzîkê kirin. Herdu xwişk li Bakurê Kurdistanê fêrî muzîkê bûn, destpêkê xwişka mezin Nûrşîn derbasî perwerdeyê dibe û paşê jî Perwîn ji xwişka xwe teşwîqî muzîkê dike. Li vir Perwîn biryar dide ku derbasî perwerdeya muzîkê bibe. Salekê perwerde dîtin, piştre hîn bûm ku li Amedê derfet zêdetir in û vê carê li Amedê perwerde dîtin. Nûrşîn perwerdeya keman û setarê wergirt, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dersên kemanê fêrî zarokan dikir. Perwîn jî li Konserwatûara Aram Tîgran dest bi perwerdeya sentûrê kir ku amûreke muzîka Rojhilat e. Nûrşîn û Perwîn ku stranên ji çar parçeyên Kurdistanê lê didin di heman demê de dixwazin muzîka Rojhilat û Rojava bixin nava ahengiyekê û bi hev re lê bidin.
Perwîn Salih ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwe ya muzîkê û projeya xwe û xwîşka xwe di dibistana Sara de kir. 
"Em ji bo şoreşa çandî dixebitin"
Perwîn di destpêka axaftina xwe de qala projeya xwe û xwişka xwe kir û wiha got: "Di dawiya 2016'an de min dest bi perwerdeya muzîkê kir, wê demê temenê min 14 bû yê xwişka min jî 16 bû lê beriya min xwişka min Nûrşîn dest pê kiribû, bi rastî hezkirineke min ji muzîkê re hebû. Piştî sê salan ji xwendina muzîkê em bi malbatê re derbasî Kobanê bûn. Dema em derbasî Rojava bûn me xwest em muzîkê yan jî tişta em hîn bûne hînî zarokên Kobanê bikin. Di dawiya 2019'an de em derbasî Kobanê bûn, me bi Tev Çandê re dest bi perwerdeya zarokan kir, paşê em derbasî Qamişlo bûn, li Hîlala Zêrîn a Qamişlo me dest bi perwerdeya keman, sentûr û teoriya muzîkê kir. Piştî wê me biryar da ku em vegerin Kobanê û hin tiştan di milê muzîkê be yan jî amûr be em bi pêş bixin, ji ber ku li Kobanê muzîk hînekî lewaz maye divê ev lewazî ji holê rabe. Ji bo wê jî me li vir dest bi xebatê kir. Di heman demê de pêwîstiya wê bi mamoste yan jî kesên ku perwerdeyê bide hebû. Em her kes dizanin ku li Kobanê ewqas derfet tune ye zarok hînî muzîkê bibin."
"Pêwîstiya Kobanê bi hunerê heye"
Perwîn di dawiya axaftina xwe de bang li zarok û ciwanan kir ku berê xwe bidin dibistana Sara da ku hînî muzîk û amûran bibin û wiha pêde çû: " Niha pirsgirêka me ya amûran heye me bi teoriyê dest bi perwerdeyê kir. Her kesê ku ji muzîkê hez dike an jî di dixwaze fêr bibe, deriyê dibistanê ji wan re vekiriye. Dema me bihîst ku Hîlala Zêrîn projeya wan a vekirina dibistana Sara ya ji bo ciwanan heye, me serî li navendê da û li ser vê bingehê me li hev kir ku em bi hev re vê projeyê bibin serî. Li Kobanê gelek ciwan dixwazin xwe fêrî muzîkê bikin lê derfet tune ye, vaye me derfet li pêşiya ciwanan vekir ku xeyalên xwe pêk bînin. Sê mamoste em ê di dibistanê de zarokan perwerde bikin, sê salan em ê van ciwanan perwerde bikin da ku ew jî nifşên nû fêrî muzîkê bikin. Em niha di pêngava amadekirinê de ne, em li bendê ne ku keç û xortên Kobanê berê xwe bidin dibistana Sara ya muzîkê da ku xwe perwerde bikin."