Wêneyên xwe li peyariyên Tehranê nîşan dide

Fatima K. xwendekara beşa wêneyê ye li Tehranê, wêneyên xwe yên ku çêkirine ji bo firotinê li ser peyariyê pêşkêş dike û nêrîna civakê ya li jinan rexne dike.

ŞABNAM TAVAKOLÎ

Tehran- Digel ku peydakirina îstihdamê ji bo ciwanan yek ji mijarên herî girîng ên civaka îro ye, xwendekarên zanîngehan piştî bidawîhatina xwendina xwe li bendê ku li cihekî bixebitin. Yek ji qadên herî biha ji bo her kesê qada hunerê ye. Xwendekar di van waran de hewldanên cidî raber dikin, bi wan xebatên xwe bala bazara kar dikşînin.

Fatima K. ya 25 salî ya ji Tehranê ku xwendekara beşa Wêneyê ye li Zanîngeha Hunerê, berhemên xwe li ser peyarê nîşan dide. Fatima K. da zanîn ku jin li Îranê di jiyana kar de zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Mirov bi pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên din re mijûl in ku tu eleqeya wan bi karên hunerî re nemaye. Yek ji zehmetiyên ku min jiya ew bû ku civak jinan weke obje dibîne. Heta mamosteyê min ê hunerê li zanîngehê ji min re digot, ‘Tişta ku tu dikî pir ecêb e, kes bi te re nazewice.’ Niha ez bi vê gotinê pir dikenim lê dikarim ramana li pişt vê gotinê fam bikim.”

‘Ez dikarim bi zehmetî û israr bi ser bixim’

Fatimê K. da zanîn ku ew beriya her tiştî ferd e û wiha got: “Ez di civakeke wisa de dijîm ku fikrên min nîn e. Malbata min ne pir vekirî ye lê derfeta min heye ku bi wan re diyalogê çêbikim û ez dikarim çend tiştên bingehîn li malê bi zehmetî û bi israr bi dest bixim. Avantajeke min heye ji ber ku dê û bavê min mirovên perwerdekirî, xwenda û civakî ne ji bo min baş e. Lê belê ez gelek kesên li dora xwe nas dikim ku bi malbatên xwe re pirsgirêkan dijîn.” Her wiha Fatemê K. diyar kir ku plansaziya wê ya pêşerojê xebata li galeriyan e.