Wênexêz Şîlan Ico: Min ji dayika xwe îlham girt

Şîlan Ico ku di temena xwe yê zaroktiyê de fêrî xêzkirina wêneyan bûye wiha dibêje: "Min îlhama xwe ji dayika xwe girt û dest bi xêzkirina wêneyan kir."

HESNA MIHEMED

Şehba- Her kes di jiyanê de xwedî meraq û xeyalek cuda ye. Şîlan Ico yek ji zarokên Efrînê ye, koçberî Kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye. Şîlan Ico bi malbata xwe re li navçeya Ehdas a Şehbayê dijî. Ew 12 salî ye û di 8 saliya xwe de fêrî xêzkirina wêneyan bûye. Her wiha Şîlan Endama Komîna Wênexêziyê ya Herêma Efrînê ye. Şîlan ruxmî biçûkbûna temenê xwe bi wêneyên xwe beşdarî gelek pêşangeh û mihrîcanan bûye.

8 salî dest bi xêzkirina wêneyan kir

Şîlan Ico di destpêka axaftina xwe de behsa gavên xwe yên yekem di xêzkirina wêneyan de kir û got: "Ji 8 saliya xwe ve ez wêneyan xêz dikim. Min îlhama xêzkirina wêneyan ji dayika xwe girt ji ber ku ew jî wênexêz e. Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn û li Şehbayê bi cih bûn, me komîna wênexêziyê ava kir û cihê xwe tê de girt. Destpêkê ji perwerdeya fêrbûnê derbas bûm heta ku ez gihîştim asta xêzkirina wêne û tabloyên mezin. Di komîna wênexêziyê de ez endama herî biçûk im. Pêşengehên ku li Şehbayê vebûne ez bi wêneyên xwe beşdar dibûm. Naveroka pêşangehên ku dihatin lidarxistin, li ser berxwedana gelê Efrînê bû her wiha li warê koçberiyê. Me bi wêneyên xwe balê dikişand ser êşa zarokên ku ji dibistan û xeyalên xwe dûr ketine."

Tevli pêşangeh û mîhrîcanan jî bûye

Şîlan Ico di nava gotinên xwe de behsa naveroka tabloyên ku xêz kirine dike û wiha pê de çû: "Naveroka tabloyên ez xêz dikim, li mafên gelê bindest e. Di heman demê de tabloyek min a din nîvî wê rûyê jin e û nîvî din jî roj e heye. Wateya vê jî tabloyê ev e: Jin her dem ronahiyê dide jiyanê. Ez tevli çar pêşangehan û mîhrîcana Şehîd Berçem a ku li Helebê hat lidarxistin bûm. Her wiha wêneyên min di pêşangeha Qamişloyê de hatin pêşkêşkirin, naverok jî li ser êşa Efrîniyan bû. Bi rêya wêneyên ku em xêz dikim em hewl didin deng û rengê civaka Efrînê û êşa wan ji cîhanê re ragihînin."

Ruxmî zehmetiyan dîsa perwerdeya xwe dibîne

Şîlan ico di dawiya axaftinê xwe de behsa şert û mercên koçberiyê û zehmetiyên ku dibînin kir û da zanîn ku tevî her tiştî jî ew dest ji meraqa xwe bernadin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em niha li Şehbayê di nava şert û mercên dorpêç û koçberiyê de dijîn. Dîsa ev yek nabe astengî li pêşiya berdewamiya pêkanîna xeyalan. Em li ber sermayê perwerdeyên xwe yên xêzkirina wêneyan dibînin lê em  teslîmiyetê jî  qebûl nakin. Em berxwedana xwe ruxmî dorpêça ku li ser me hatiye ferzkirin jî didomînin."