Wênevan Niyoşa û Firîşte Xelata Wêneyan a Cîhanê girtin

Rojnamevan Niyoşa Tafakilyan Firîşte Îslahî Xelata Wêneyan a Çapemaniya Cîhanê girtin.

Navenda Nûçeyan - Saziya Çapemeniya Cîhanî ya wêneyan navê du rojnemvanên jinên Îranî ku xelata "Wêneyê Çapemeniya Cîhanê" ya sala 2021’ê wergirtine ragihand. Du rojnamevanên Îranî Nîyoşa Tafakilyan û Fereşte Îslahî ku ji nav 4315 kesên ji 130 dewletan ji bo Xelata Wêneyê Çapemeniya Cîhanê re hatibûn pêşniyarkirin hatin hilbijartin.
Rojnamevan Nîyoşa Tafakilyan a ku di sala 1981’ê de ji dayik bûye, di beşa Nûçeyên Giştî de di Xelata Wêneyê Çapemeniya Cîhanê ya 2021’ê de asta sêyemîn girt.
Niyoşa Tafakilyan, a ku di 16 saliya xwe de dest bi xebatê kiriye û gelek xelat wergirtine, girîngî di karê xwe de dide dozên jinan.
Li aliyê din di kategoriya Wêneyê Werzîşê de, wênekêşa Îranî Firîşte Îslahî di komek wêneyên bi navê "Xemgîniya Teyer" de ku çîrokek li ser jiyana werzîşvanê berê Parkor ê ku birîndar bûbû nivîsîbû pileya sêyemîn bi dest xist.
Firîşte Îslahî bawernameya masterê di şanoyê de ji Zanîngeha Tehranê ji beşa hunerê wergirtiye her wiha di mîhrîcana DatNet a wênekêşiyê de xelat girtiye.
Saziya Çapemeniya Cîhanî ya wêneyan World Press Photo di sala 1955’an de li paytexta Holandayê hatiye damezirandin û ji 2011’an ve sazî, pêşbirka Çapemeniya Cîhanî ya wêneyan bi rêxistin dike ku ew yek ji girîngtirîn pêşbirkên di warê wênegirtin û nûçeyên belgefîlman de ye.
Sazî hewl dide ku çalakiyên xwe berfireh bike da ku nûçeyên pirzimanî bigre nava xwe.