Wênesaza ku sînoran nas nekir: Xwedî li şoreşa jin derkevin

Wênesaz Besma Hisên ya ku ji zaroktiya xwe ve ji wênesaziyê hez dikir, nexweşiya wê ya penceşêrê li pêşiya wê nebû asteng û niha li Hîlala Zerîn mamoste ye got:”Divê bi riya hunerê xwe xwedî li dîrok, çand û destkeftiyên şoreşa jin derkevin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Besma Hisên a ku 54 salî û dayika 5 zarokan e di nava malbateke xwendekar de mezin bû. Ji zaroktiya xwe ve ji wênesaziyê hez dikir û bingehek wê tê de hebû lê peymangeha muzîkê xwend û di dema rejîma Baasê de mamosteya muzîkê bû lê di sala 2017’an de dema nexweşiya penceşêrê pê re çêbû dev ji erka xwe berda û tedawî dît. Ji bo ku nexweşî zora wê nebe bi rengekî fermî dest bi xebatên wênesaziyê kir, li gel mamosteyên pispor perwerde dît û di nava sê salan de bû mamosteya wênesazî û muzîkê li Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê.

‘4 wêne ji bo tevlibûna pêşangeha Hîlala Zêrîn amade ne’

Besma Hisên wêneyên ku xêz dikir di 5 pêşangehan de pêşkêş kir û wêneyên wê serkeftî bûn. Wêneyên wê zêdetir li ser jin, gundên kevnar ên Kurdan û folklora Kurdî ne. Niha ji bo ku tevlî pêşangeha Hîlala Zêrîn a 20’ê heyvê li Hesekê were lidarxistin bibe 4 wêne xêz kirine û amade ye. Besma Hisên, der barê jiyana xwe de wiha got: “Ez ji zaroktiya xwe ve ji wênesaziyê hez dikim hemû êş û xemên xwe, rastiya ku em dijîn bi pênûs û lênûsa xwe re parve dikim û wek peyamek didim derdora xwe.”

Wênesaz Besma di berdewama axaftina xwe de dibêje: “Ez di nava malbateke xwendekar de mezin bûm, xwişka min nivîskar e. Ji zarokatiya xwe ve min ji xêzkirinê hez dikir lê min peymangeha muzîkê xwend û ez bûm mamosteya muzîkê lê wênesazî di dilê min de her lê dida. Bingehek min hebû lê min xêz nedikir. Ez bi karê xwe re mijûl dibûm û li malê nikarîbûm xêz bikim.”

‘Min bi wênesaziyê nexweşiya xirab têk bir’

Besma Hîsên wiha qala serpêhatiyên xwe dike: “Di sala 2017’an de ez nexweş ketim nexweşiya penceşêrê bi min re çêbû, ez bê moral bûm, min dest ji erka xwe ya mamostehiyê berda, dest bi tedawiyê kir. Ji bo ku ez bikaribim xwe mijûl bikim min berê xwe da tiştên ku ez ji wan hez dikim ew jî xêzkirin bû. Wê demê ez çûm gel mamosteyek pispor û baş fêr bûm. Cara yekem min wêneyek xêz kir ew wêne di pêşangeha hunermendên Cizîrê de hate hilbijartin û serkeftî bû. Vê yekê pir moral û hêz da min û roj bi roj min karê xwe yê wênesaziyê bi pêş xist. Wê demê ew wêne li ser gundekî dîrokî yê Kurdan bû. Piştre ez tevli gelek pêşangehan bûm, piştre di Hîlala Zêrîn de bûm mamosteya wênesazî û muzîkê.”

‘Têkoşîn û îrade bingeha serkeftinê ne’

Besma Hisên da zanîn ku wênesaziyê wê ji nexweşiya xerab baş kiriye û wiha axaftina xwe domand: “Dema mirov xwedî îrade be û hezkirin hebe dê bikaribe hemû pirsgirêkan derbas bike. Min jî bi mijûlbûna xebata ku ez jê hez dikim, nexweşiyê derbas kir. Îrade hebe her tişt hêsan e ez teslîmê nexweşiyê nebûm û hêvî dikim ku her kes bi xwe re têbikoşe da ku bikaribe xwe qezenc bike. Niha rewşa min a tenduristiyê baş e.”

Hemû wêneyên ku min xêz kirine li ser hebûna jinan in’

Besma Hisên bal kişand ser wêneyên ku xêz dike û got: “Wêneyên min hemû li ser jinan in. Jin dema di malê de be ew mal ronî ye lê mala ku jin lê tunebe maleke tarî ye. Min folklora Kurdî jî xêz kir û min xwest tê de bidim nîşandan ku Kurd xwedî çand in û yên ku ev çandê diparêzin jin in. Di 20’ê Mijdarê de pêşangehek heye wê were lidarxistin min 4 wêne amade kirine. Tabloyek min derbarê serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emîn dest pê kiriye ye.”

Besma Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî hunermendan kir ku di riya hunera xwe xwedî li dîrok, çand û destkeftiyên şoreşa jinan derkevin.