Wênesaz Seher Ademî xewnên xwe xêz dike

Wênez Seher Ademî anî ziman ku ew bi hunerê re pir eleqedar e û bi eşq û hezkirin xêz dike û mirovan fêrî xêzkirinê dike.

DÎLAN MEHMEDÎ

Mahabad - Wênez Seher Ademî ya 23 salî, li Tehranê dijî û xwendekara zanîngehê ye hezkirina wê ya xêzkirinê wê ber bi hunerê ve bir.

Wênez Seher Ademî got ku her çend nêrîna civakê ya li ser ne teşwîq bû jî ew li pey xeyalên xwe bû û nehişt ku nêrînên çewt bandorê lê bikin û wiha pê de çû: “Min xêzkirina xwe domand. Ji zarokatiya xwe ve têkiliyeke min a taybet bi hunerê re hebû û ez naxwazim dev jê berdim.”

Seher Ademî destnîşan kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bi xêzkirinê re mijûl e û wiha qala hûnera xwe kir: “Ji zarokatiya min ve jêhatiya min di xêzkirinê de hebû, lewra min dest bi xêzkirina karakterên karton û lehengên pirtûkên xeyalî kir. Bi teşwîqkirina bavê xwe û hevalên xwe, min biryar da ku xwendina xwe bidomînim û ez niha xwenkara zanîngehê me, vê yekê ez demekê ji xêzkirinê dûr xistim heta ku min di dersa xêzkirinê de rismên cihêreng dîtin, ji ber vê yekê ez hatim teşwîqkirin ku ez dîsa beşdarî xêzkirinê bibim. Tevî ku civak hunerê wekî bê paşerojê dibîne û hunermend her dem feqîr e, lê gotinên civakê ji min re ne xem in û ez pir ji hunerê hez dikim.”

“Ji bo bidestxistina serkeftinê berxwedan pêwist e”

Seher Ademî anî ziman ku ew bi hunerê re pir eleqedar e û bi eşq û hezkirin xêz dike û mirovan fêrî xêzkirinê dike û wiha axivî: "Jin tê wateya hezkirin û evînê û nazikê. Ez ji hemû jinan daxwaz dikim ku li pey hewesa xwe bin û dest bi karekî ku hûn jê hez nakin nekin. Ji bo bidestxistina serkeftinê berxwedan pêwîst e."