Wênesaz Fatma xeyalên xwe yên wênesaziyê mezin dike

Fatma El-Seyid a ji nehsaliyê ve meyîla wê li ser wênesaziyêbûye li hemberî hemû astengiyên heyî jî karî xwe bigihîne armancên xwe û wênesaziyê pêş bixe.

Reqa - Fatma El-Seyid e yek ji jinên bajarê Al-Meyadîn a Dêr El- Zorê ye, ku karibû li hemberî hemû zehmetiyên jiyanê xeyala xwendina bi cîh bîne. Di destpêkê de mercên jiyana wê hişt ku ew ji xwendina wênesaziyê bê par bimîne, heta derfeta xwendinê bi dest xwe xist vêcarê jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajaroka lê dijiya El-Meyadîn ê kir. Bi despêkirina êrîşan re cardin xwendina wê ya wênesaziyê paşde ma. Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Dêr El- Zorê kirin, li bajarok û gundên derdorê hemû jiyan nema û welatî ketin ser rêya koçberiyê. Heta 2017’an piştî azad kirina Tebqayê, Fatma tevî malbata xwe li Tebqayê bicîhbûn û li wê dest bi cihanîna xewnên xwe yên nîvcomayî kir.
Jinek xwedan jêhatiyên hunerî yên cihêreng 
Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmetê dike navendên taybet ji bo jinên weke Fatma bikarin xeyalên xwe bidin jiyîn vekirine. Fatma El-Seyid a ne tenê wênesaze di heman demê de karên destan ên weke tevin jî dizane di derbarê xebatên xwe yên hunerî de wiha got: "Pir mamosteyên min ên wênesaziyê di qonaxa seretayî û navîn de hewl didan ku ev jêhatiya min pêşkeve, lê belê bala min li ser metiryalên din bû nemaze di pola nehan de, ji ber ku ew xala sereke bû ji bo standina bawernameya navîn. Ez gihaştim qonaxa amadehî û pêwîstbû ku ez bêhtir baldar bim."
“Wênesazî di dilê min de lê dida”
Ji neh saliya xwe de, her tişta didît bala wê dikişand û xêz dikir heskirina xwe ya ji bo wênesaziyê wiha anî ziman: "Min jêhatiya xwe bi xwe bi pêş xist. Wênesazî di dilê min de lê dida û min daxwaz dikir ku ez berdewam bikim. Ez beşdarî peymangeha hunerên jinan bûm, ji bo wê para hunerê ya ku di nava bîranşên peymangehê de, lê tu guhdan ji bo wê parê tune bûm, bi dirûnkarî û nexişkirinê ve mijûl bû û ev pîşe hemû jî bi xêzkirinê ve girêdayîne. Ez ji ber xwendina xwe di hunerên jinan de ji nexşkirina cilan hez dikim, lê zêde daxwaziya min bi dirûtinê nîne. Mebestên min her dem ber bi xêzkirin û karên destan ve diçin."