Wênesaz Bahia Al-Fath: Ji eşkerekirina tundiyê netirsin

Wênesaz Bahia Al-Fatih ku beşdarî pêşangeha wêneyan a di çarçoveya "Kampanyaya 16 Rojan" de li Rebatê hat lidarxistin bû, diyar kir ku wêne pirsgirêk û têkoşîna jinan vedibêjin û ev bang kir: “Ji eşkerekirina tundiyê netirsin.”

HANAN HARITE

Mexrib – 16 rojên di navbera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî û 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de wekî “Li Dijî Tundiya li Ser Jinan Kampanyaya 16 Rojan” tê qebûlkirin. Dirûşma Çalakiya 16 Rojên ku bi mijara "Bibin Yek! Ji bo Pêşîgirtina Tundiya li ser Jinan û Zarokên Keç Razemenî bikin” dest pê kir, "Hinceta vê nîne” bû.

Di çarçoveya Kampanyaya 16 rojan de, li Rabata paytexta Mexribê pêşangehek wêneyan a bi dirûşma "Parastina mafên civakî û aborî yên jin û zarokên keç, stûna bingehîn a têkoşîna li dijî cudakarî û zayendperestiyê ye" hat vekirin. Endama berê ya Komîsyona Wekheviya Derfetan û Nêzîkatiya Zayendî ya Civakî û di heman demê de wênesaz û helbestvan Bahia Al-Fatih jî beşdarî vekirina pêşangehê bû.

Bahia Al-Fatih ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku tabloyên di pêşangehê de amûrên jin pê xwe diparêzin, pirsgirêkên wan, tundiya rast tên û her wiha têkoşîna wan tînin ziman e. Bahia Al-Fatih, bal kişand ser tabloyek xwe ya jina Amazîghê ya di pêşangehê de cih digre û wiha got: “Wêne bi nirxên mirovî tijî ye. Rêzdariya li hemberî jina Amazîghê îfade dike. Min jina Amazîghê bi şêwaza xwe ya hunerî şênber kir.”

'Zagonên heyî pêşî li tundiyê nagirin’

Bahia Al-Fatih der barê tundiya li ser jinan de nirxandin kir, diyar kir ku zagonên li Mexribê pêşî li tundiya li ser jinan nagirin û wiha got:

“Ji ber vê yekê divê rêxistinên sivîl, hikûmet û aliyên cuda li hev kom bibin û li ser zagonan xebatê bimeşînin. Jin di warê civakî de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Jin li hundir û derveyê malê dixebitin, berpirsyariyên mezin hildigirin, xwedî li kal û pîran derdikevin û zarokan xwedî dikin. Lê dîsa jî rastî edaletî, cudakarî û tundiyê tên. Rêkûpêk mezinkirina zarokek, girêdayî têkiliya baş a di navbera hevjînan de ye. Zarokên ku dayikên wan rastî tundiyê tên, dema mezin gelek pirsgirêkên tevgerê dijîn.”

'Çalakiyên Kampanyaya 16 Rojan derfetek e’

Bahia Al-Fatih, diyar kir ku li dijî tundiya li ser jinan çalakiyên "Kampanyaya 16 Rojan” derfetek e û destnîşan kir ku jin di rojên wiha girîng ên navneteweyî de dengê xwe baştir didin bihîstin. Bahia Al-Fatih, anî ziman ku di çarçoveya çalakiyên "Kampanyaya 16 Rojan” de jin di hemû qadên jiyanê de daxwazên xwe yên ji bo pêkanîna wekheviya zayendî tînin ziman û wiha got:

“Dema em li herêmên gundewar ên Mexribê dinêrin, êşên jin dikşînin dibînin. Di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek zehmetiyan tên. Ji aliyê din ve, tevî di aliyê qanûnî de hatiye qedexekirin jî zewaca di temenê zarokatiyê de hîn jî pir zêde ye. Divê di Qanûna Malbatê ya nû ya ku hat guherandin de, beşên destûrê didin zewaca temenê di bin 18 salî de bên rakirin û qanûnek ku wekheviyê dihewîne û neheqî û cudakariya li hemberî jinên Mexribê ji holê rake, bê pêşxistin."

'Divê ji bo wekheviyê em fesareta heyî biguherînin’

Bahia Al-Fatih, bal kişand ser girîngiya wekheviya zayendî ya civakî û ev peyam da: “Ji bo misogerkirina wekheviya jin û mêran divê çandek civakî ku piştgirî dide beşdarbûna jinan a hemû qadan bê avakirin û feraseta heyî biguherîne. Di her qadê de bihêzkirina jinan, di vê wateyê de girîng e. Bi taybetî divê em zarokên keç ên li herêmên gundewar, ji zincîrên adet û paşverûtyan rizgar bikin. Banga min ji bo jinan ew e ku divê bêdengiya xwe bişkînin. Divê jin bikevin ferqa nirxên xwe û dudilî nebin ku her cure tundiya li dijî xwe eşkere bikin, tundiyê asayî nekin û serî netewînin.”