Wênekêşa bajarê Helepçeyê Henar Hesen

Wênekêşa bajarê Helepçeyê Henar Hesen li gel karê xwe yê mamostahiyê wênekêşiyê bi dildarî dike.

Silêmanî - Wênekêş Henar Hesen a Helepçeyî sala 2008’an li Zanîngeha Helepçe Beşa Mamostahiya Înglîzî xwendiye. Ji ber ji zaroktî de ji wênekêşiyê hez dike li peyî xeyalên xwe diçe û sala 2016’an jî li heman zanîngehê beşa wênekêşiyê xwendiye. Li gel karê mamostahiyê wênekêşiyê bi heskirin dike. Demê xwe yê vale derdikeve derve û wêneyan dikêşe. 
Henar diyar kir ku ji ber ji wênekêşiyê hez dike li pêşiya karê wê yê mamostahiyê nabe asteng û wiha domand: “Ez mamostame, pêdiviya min bi pere nîne bi heskirin wênekêşiyê dikim. Ez dixwazim jinên bajarê min çavên xwe ji ti karî ne tirsinin û teqez divê kar bikin.”