Tov yekemîn şanoya jinan a li Xezeyê ye

Tov wekî yekemîn şanoya ku ji komên jinan pêk tê li Xezayê tê dîtin. Ew 8 jinên ku dikaribûn gelek pêşandanên serkeftî pêşkêş bikin û heyraniya rexnegir û temaşevanan bi dest bixin digre nav xwe.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Huner rêgeza herî nêzik a gel e ku bi riya wê re têgeh ji wateya xwe ya heyî derbas dibin û hin adet tên guhertin ji bi gihîştina qonaxa civakî ya îdeal. Ev raman her tim ligel derhêner Manal Barakat bû, ji ber ku baweriya wê ya bi wê yekê hişt ew komeleya "Tov" damezirîne.
Manal Barakat dibêje ku wê navê "Tov" ji bo şanoya xwe vala hilnebijartiye, mebest bi hilbijartina wê ew bû ku bi hewldana sê jinan cihekê wek toveke biçûk dest pê bike û piştre bibe bingehek ji bo bi dehan jinên xwebexş û hunermend tevli wê dibin û gelek pêşandanan pêşkêş bikin. Wê bal kişand ku pêşandana "Şanoya Wêrankirî, Xewnên Wêrankirî" ji pêşandana herî ku cesaret daye gelek jinan li ser dikê bisekinin û çîrokên xwe vebêjin e.
Tov, şanoya yekem e ku ji komên jinan pêk tê
Fikra şanoyê ku ji aliyê bingehê ve hatiye ravekirin, bi însiyatîfa ku ji aliyê Komeleya Çand û Ramana Azad ve hat ragihandin, ji bo avakirina komcivîneke jinan a armanca wê belavkirina hunerê di nav jinan de li herêmên kêmderfet ên dûrî navenda bajêr e, derketiye holê. Ji bo ku şano piştî çend salan dê bibe komeleyek ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Ramallahê ve destûr jê re hatiye dayîn û bi taybetî di sala 2018’an de dê çalakiyên xwe bi awayekî normal bimeşîne.
“Bi riya hunerê û amûrên nerm gel dikare pirsgirêkên xwe nîşan bide”
Manal Barakat diyar kir ku wê karibûye îspat bike ku bi huner û amûrên nerm, gel dikare pirsgirêkên herî tevlihev pêşkêş bike û di dema pêşandana xwe ya bi navê "Xewnên Wêranker, Şanoya Wêrankirî" de bal kişand ser ku bi riya wê re mijara bombebarana Îsraîlî li ser şanoya "El-Mishal" di sala 2018’an de, bi hevkariya Weqfa Gota ya Almanî nirxand û got ku pêşandan bi alîkariya du derhêner û şeş lîstikvanan hatiye pêşkêşkirin.
Manal Barakat teqez kir ku şanoya "El-Mishal" mezintirîn komcivîna hunermendan li Xezayê bû, ji ber ku di dirêjahiya salên hebûna xwe de ji wan re wek înkubator bû, heta nifş bi nifş hat ragihandin û wiha domand: "Ez ji dagirkeriyê matmayî nabim ji ber ku bi israr dixwaze û hewl dide, bîr û mîrata Filistînê ji holê rake, vî gelî bê bîr û huner bihêlê û her wiha di nav pirsgirêkên civakî û siyasî de bihêle.”
“Şanoya Tov bi çend bernameyan dixebite”
Di berdewamiya axaftina xwe de Manal Barakat anî ziman ku şanoya "Tov" bi çend bernameyan dixebite, yek ji wan pîşesaziya anîmasyonê ku ew jî çîrok in, bi riya karîkaturên ku ji aliyê ciwan, zarok û jinan ve hatine çêkirin. Piştî kursa perwerdeyê ku ji aliyê komeleyê ve hat lidarxistin, pêşandanên şanoyê, kurtefîlman û bernameya çîrokbêj ji wan re hatiye çêkirin. Wê amaje bi wê yekê kir ku ya dawî ne tenê li ser çîrokên jinan rawestiyaye hewl daye ku projeya çîrokbêjan bixe pratîkê da ku perwerdeya aktîf li dibistanên giştî aktîf bike. Her wiha got ku di bernameya çîrokbêjan de jinên ku bi tundî û zextên jiyanê re rû bi rû dimînin jî cih digrin. Komxebatên li pey hev ji bo wan hatine lidarxistin û li çîrokên wan hatine guhdarîkirin da ku pirsgirêkên herî girîng ên ewlehiya rojane ya jinan tehdîd dikin bizanibin û çareser bikin di gel baldariya li ser girîngtirîn destkeftiyên rêwîtiya jiyana wan a ku di yek çîrokê de bikin yek û bi xwediya çîrokê re li ser sehneyê vebêjin. 
“Bername ji bo ku di aliyê derûnî de wan rehet dike ji bo jinan xwedî girîngiyek mezin e”
Manal Barakat di wê baweriyê de ye ku ev bername ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin e, ji aliyekî ve ew ji wan re dibe alîkar ku di warê psîkolojîk de rehet bibin û pirsgirêkên xwe vebêjin, çi malbatî be, çi urf û edetên ku li ser wan hatine ferzkirin ku nikarin biguherînin. Ji aliyê din ve her yek ji wan hêviyên berdewamiyê dide yên din. Wê diyar kir ku jinên temenê wan di seriya 50 salî de û jinên ciwan beşdarî bûne û dikaribûne çareseriyan ji bo derbaskirina wan astengiyên ku bi wan rû bi rû ne biafirînin.
Manal Barakat teqez kir ku fikra komeleya "Tov" li ser bingeha avakirina şanoyek yekgirtî bi alîkariya kesane tê kirin. Cih tê hilbijartin, nexşe ji aliyê endezyarên ku di komeleyê de dixebitin ve tên tetbîqkirin û piştre jî cil û bergên ku ji aliyê jinên bi riya wan dixebitin tên dirûtin. Di heman demê de derhênerî, perwerdekirin, bijartina dengbêjan, entegrekirina rengan an hilberîna hin grafîkan di her karê hunerî de ku ew dikin, çi bi zarokan re, çi bi jinan re jî hene.
Ji ber ku keçan perwerde dike ji aliyê civakê ve tê sûcdarkirin
Şano balê dikşîne ser mijarên jinên rastî îstîsmarê hatine. Li ser vê mijarê jî Manal Barakat, anî ziman ku wê bi pêşandana şanoya bi navê "Pîrhebok" dikaribû van mijaran bi cih bîne. Keçên di temenên cuda de ne beşdar bûne û li ser mijarên ku paşeroja keçan tehdîd dikin û wan dişibînin têlên pîrhebokan dixebitin.
Manal Barakat di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku komele xebatên xwe bi komele û saziyên jinan ên ku piştgiriyê didin wan re dimeşîne û wiha bi dawî kir: "Tişta herî dijwar a ku şanoya min pê re rû bi rû maye, nêrîna civakê ya der barê min de ye. Ew ji ber perwerdekirina keçan û bihêzkirina wan a bi hunerê, min sûcdar dike her wiha pirsgirêka diravî ya ku min neçar dike hin ramanan kêm bikim heye. Ez bi serkeftin û hêza jinan a ku li ser dikê dide nîşandan kêfxweş im.”