Tiştên ku nikare bi lêv bike bi xêzkirina nîgaran tîne ziman

Roşan Sîno ya ji 8 saliya xwe de karê nîgarvaniyê dike dibêje: "Tiştê ku min nikaribû bi lêv bikim, min bi wêneyên xwe vedigot. Min kesayeta xwe di pîşeya wênexêziyê de dît."

HESNA MIHEMED
Şehba- Pîşeya xêzkirina wêneyan li gel kesên xwedî hest û meraq tê dîtin. Roşan Sîno jî bi xêzkirina wêneyan hestên xwe xêz dike û êşa gelê xwe yê ji warên xwe koçber bûne parve dike. Wê dîtiye ku karê nîgarvaniyê hestek cuda li gel wê ava dike. Roşan Sîno ji 8 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan dike. Roşan 15 salî ye û ji navçeya Mabeta ya Kantona Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev 7 sal in Roşan temenê xwe bi wêneyan derbas dike û gelek xebatên wê di dozên hunerî de hene. Di pêşengeh û mîhrîcanên wêneyan de bi karê xwe beşdar bûye û astên yekem jî bi dest xistiye.
Li Efrînê Roşan piranî wêneyên bi rengê xwezayê xêz dikir. Piştî ku dewleta tirk ket bajarê wê û dagir kir Roşan bi malbata xwe re neçarî koçberiyê dibe û wêneyên ku xêz kirine li pey xwe dihêle. Di rewşa koçberiyê de li Kantona Şehbayê careke din pîşeya xwe bi derfetên kêm re didomîne û piranî wêneyên wê li ser koçberî, konên koçberiyê, zehmetiyên ku gel tê de derbas dibe û berxwedana ku didin meşandin vedibêje. Roşan wiha behsa meraqên xwe yên hunerî dike:
"Min xwe di xêzkirina wêneyan de dît"
Roşan diyar kir ku bi piştgiriya malbata xwe re gihîşt asta ku wêneyên wê bigihîjin asta yekem û ev tişt got: "Min piştgirî ji malbata xwe girt û dest bi karê xêzkirina wêneyan kir. Ger mirov ji karek hez neke dê nikaribe wî karî bidomîne. Ez jî bi hezkirin û meraq nêzî wêneyan dibim û hewl didim ji wan fêm bikim. Destpêkê wêneyên min li ser rengên xwezayê û xweşikbûna jiyanê bûn. Piranî ji xeyalên xwe xêz dikim. Min li kêleka xwendina xwe karê nîgarê dikir. Di mîhrîcanên ku li dibistanan dihatin lidarxistin de bi wêneyên xwe beşdar dibûm. Gel ji aliyê wêneyên min ve gelek kêfxweş dibû ev jî bandorek erênî li ser moralê min dikir û dihişt zêdetir bi karê wênexêziyê ve bêm girêdan."
Koçberiyê bandor li xeyalên wê nekir
Roşanê da zanîn ku koçberiyê bandorê li karê wê nekiriye û wiha domand: "Piştî em ji cih û warên xwe koçber bûn, li Şehbayê bi cih bûn. Dema li Efrînê bûm jî min gelek wêneyên xwezaya Efrînê xêz dikir. Niha ez di xêzkirina wêneyan de rastiyên ku gel dijî derdixim holê. Bi koçberiyê re derfet tunebû ku amûrên wênexêziyê peyda bikim, ruxmê wê jî min bi pênûsek û rûpeleke xeyalên xwe xêz dikir û min destûr nedida ku koçberî bandorê li xeyalê min bike. Piştre min amûr û rengên ku pêdiviyên min bi wan hene peyda kirin û projeyên xwe mezin kir. Ez piranî rengên zêtî, darî, pastêl bi kar tînim û li ser tabloyan nîgar dikim. Min bi wêneyên mîna, ji dîwarên hilweşiyayî, riya koçberiyê û zehmetiyên ku tên jiyîn hestên pir kûr xêz kirin. Her wiha ez bi wêneyên xwe beşdarî pêşangeha xwendekaran bûm û di asta yekem de bi ser ketim."
Wêneyên ku xêz dike xeyalên wê vedibêjin
Roşan herî dawî bang li ciwanan kir ku xwedî li pîşe û meraqên xwe derkevin û wiha bi dawî kir: "Ez karê nîgarvaniyê dikim ji ber ku hebûna xwe tê de dibînim. Divê her kes xwedî li meraq û keda xwe derkeve. Teslîmkariyê li hemberî zehmetiyên ku hûn rastî wan tên qebûl nekin. Her wiha divê em ji bo xeyal û xewnên xwe têbikoşin. Tiştên ku ez nikarim bi lêv bikim wêneyên min bi lêv dikin."