Tiştên hat jiyîn di ‘Derewên Spî’ de bi bîra kolektîf tên vegotin

Derhênera Mexrîbî Asma Al-Moudir anî ziman ku di belgefîlma “Derewên Spî” de ku serhildanan li bajarê Kazablanka hat jiyîn digre dest, êşên hatine jiyîn bi bîra kolektîf vedibêje.

RAJA KHAYRAT

Marakeş – Belgefîlma “Derewên Spî” ya derhênera Mexrîbî Asma Al-Moudir, di 20’emîn Festîvala Fîlmên Navnatewî ya Marakeşê de hat pêşandan. Asma Al-Moudir derbarê belgefîlma ku mijara “Serhildanên 1981’an” a Kazablanka bi navê din “Şehîdên Comîra” tê vegotin de axivî.

'Fîlm yekem car li Marakeşê gihîşt temaşevanan’

Asma Al-Moudir got, “Di serhildana bajarê Kazablanka de gelek cîran û xizmên min jiyana xwe ji dest dan. Fîlm berê li gelek forumên navneteweyî hatibû nîşandan. Ew yekem car li Marakeşê bi temaşevanan re hevdîtin dike. Hêj hûrgiliyên bûyerê di bîra me de ne.”

'Êş bi bîra kolektîf hat vegotin’

Asma Al-Moudir bal kişand ser wê yekê ku ev fîlm qonaxeke girîng a dîroka siyasî ya Mexrîbê ronî dike û wiha got: “Endamên malbata min, dapîra min, diya min û hinek cîranên min di fîlmê de cih digirin. Êşa ku di wê demê de tê jiyîn bi bîra kolektîf tê vegotin. Gelek cîranên min di serhildanê de mirin û navê hinekan jî nehat zanîn. Dema ku min çîrok çêdikir, dapîra min nexwest biaxive ji ber ku ji encamên xirab ditirsiya, her çend hûrgulî baş dihatin bîra wê. Min axaftinên endamên malbata xwe yên din jî li fîlmê zêde kir. Di destê min de nebûna arşîva wêneyan zehmetî bi min da kişandin. Min ji pitikên lîstokan karakter afirandin û serpêhatiyên taxê şênber kir."

'Rewşa siyasî ya Mexrîbê heman e'

Asma Al-Moudir bal kişand ser amadekariyên fîlimê ku endamên malbata wê jî tê de cih digirin û wiha got: “Dayika min cil û bergên pitikan dirût, bavê min bi ronahiyê û çêkirina pitikan re mijûl bû. Paşê min xwest tiştên jiyane qal bikin. Ez di wê baweriyê de me ku merheleya Kazablanka jê re şahidî kir hê didome û rewşa siyasî ya li Mexrîbê heman e. Di dawiya filmê de min dapîra xwe îkna kir ku beşdar bibe. Di dawiya çîrokê de pitikan dixin nav nivînan û wê jî dixin nav qartonan.”

Asmaa Al-Moudirbal lê kişand ku  ji bo wê zehmete ku xatir ji wê atmosfera dostane ya ku wê nêzîkî malbata wê kiriye û qonaxeke girîng a dîroka welat derdixe holê.