Têkoşîna Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku bû belgesel

Produksiyona Morî, têkoşîna edaletê ya Bedriye Doku û Emîne Şenyaşar kir belgesel.

Navenda Nûçeyan - Produksiyona Morî, belgesela ku Rezan Bayram çêkir weşand. Di belgeselê de têkoşîna Bedirye Doku ya ku keça wê Gulîstan Doku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê hat windakirin û ya Emîne Şenyaşar a ku ji ber 3 ferdên malbata wê hatin qetilkirin û ji 9'ê Adara 2021'ê de li Ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digire tê nîşandan. Di belgeselê de Bedriye çîroka xwe û Emîne jî ya xwe vedibêje.