"Tabloyên min rastiya jiyanê û hêza jinan nîşan didin"

Hunermenda plastîk Julia Ebu Zar, demek dirêj bû ji xebatên xwe yên hunerî dûr ketibû, der barê vegera xwe ya hunerî de wiha dibêje: "Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, xebatên min ên hunerî wekî xêzkirina bi rengên xwezayî hatin bîra min."

RÎM MIHEMED

Reqa-Hunermenda plastîk Juliya Ebû Zar ji zaroktiya xwe ve ji wênexêziyê hez dikir, tevî şert û mercên jiyanê yên zehmet jî wê di 6 saliya xwe de dest bi wênexêziyê kir û dema ku bû 12 salî tevli Navenda Hunerên Bedew a Reqayê bû, piştre jî bû endama sendîkayê.

Hunermenda plastîk Juliya Ebû Zar a 42 salî, ji bajarê Reqayê ye ji pêkhateya Ermenî ye dibeje ku wê hunera plastîkê hilnebijartiye, hunerê ew hilbijartiye û wiha didomîne: "Ez di malbateke xizan de mezin bûm û ji ber xizaniyê min nikaribû reng û lênûs bikiriya, tevî vê yekê jî dema min hezkirina xêzkirinê di cewherê xwe de dît, malbata min piştgiriya min kir."

"Min piştgiriya madî û manewî ji malbata xwe digirt"

Juliya Ebû Zar da zanîn ku xwişka wê yê mezin piştgiriya wê dikir da ku pîşeya xwe bi cih bîne û wiha got: "Ji biçûkatiya xwe de xwişka min a mezin bi awayekî domdar piştgiriya min dikir, ez teşwîq dikirim ku pîşeya xwe bidomînim, tevî şert û mercên jiyanê yên dijwar malbata min hemû hewcedariyên min pêk dianî û di warê manewî de piştgiriya min dikir."

"Ez di sala 1999'an de beşdarî pêşangeha Rûsyayê bûm"

Juliya Ebû Zar tekildarî xwendin û xebatên xwe yên hunerî de destnîşan kir ku xwendina xwe di warê wênexêziyê de berdewam kir û di 18'e saliya xwe de xwendina xwe bi dawî kir û bû endama sendîkayê û wiha got: "Piştî ku ez bûm endama sendîkayê, derfetên min çêbûn ez tabloyên xwe di pêşangeha Rûsyayê ya ku di sala 1999'an de ji bo Keçên Reqayê li Şamê hatibû lidarxistin, pêşkêş bikim." Her wiha Juliya Ebû Zar da zanîn ku ew bi tabloya xwe ya darê beşdarê pêşangehê bûye bi wateya ku dar dayik e, her û her berheman dide, rehê darê di nava erdê de belav dibe û çiqlên wê ber bi ezmên ve dirêj dibin.

"Hemû hunermend ji xwezayê bi bandor dibin"

Juliya Ebû Zar destnîşan kir ku ew ji xwezayê û dibistana rastiyê bi bandor dibe û teqez kir ku bi giştî hunermend ji xwezayê bi bandor dibin. Tabloyên Juliya bi giştî rastiyê vedibêjin û bi  tabloya xwe ya wêneyê şehîd Hevrîn Xelef rastiya hêza jinan derdixe holê û wiha dibêje: "Min di kesayeta Hevrîn Xelef de kesayetiya jinên berxwedêr dît, ez demek dirêj bi xêzkirina wêneyê Hevrîn re mejûl bûm, min xwest hemû hurguliyan nîşan bidim."

Juliya Ebû Zar di wê baweriyê de ye ku tevgera hunerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşveçûneke zêde de ye, ji ber ku gelek hunermend hene di beşên curbecur ên şêweyên hunerî de afirîner in.

Juliya Ebû Zar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dema diyarkirî ji wênexêziyê re tune ye û wiha got: "Gelek caran ez di nîvê şevê de hişyar dibim û wêne xêz dikim." Her wiha teqez kir ku hezkirina wênexêziyê tenê têrê nake ku mirov bibe wênexêz lê pêwîst e di warê xêzkirinê de pispor be da ku berhemên xweş çêbike. Pêwîst e hunermendên plastîkî rêbazên wênexêziyê li dibistan û ekademiyên hunerî fêr bibin.

Di sala 1975'an de komeleya Hunermendên Reqayê hat damezrandin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hunera plastîkî li Reqayê di salên 1950'î û 1960'î yên sedsala bîstan de bi awayekî hêdî bi pêş ket û di sala 1975'an de Komeleya Hunermendên Reqayê hat damezrandin ku ev yek wekî diyardeyek balkêş bû li bajar. Her wiha du hunermendên jin tevli pêşangehên ku li Reqayê dihatin lidarxistin dibûn yek ji wan Sebriya Fetûme û yek jî Meha Acan El-Hedîd e.