"Stranên ez dibêjim serpêhatiya vegera min a eslê min e"

Hunermend Derya Cengîz a hesreta xwe ya zimanê dayikê û çanda xwe bi muzîkê re xurt dike, ji bo strana Kirmanckî (Zazakî) klîb kişand. Derya Cengîz a ku li ser axa Dêrsimê ya ku di zarokatiya xwe de neçar ma koç bike, straneke zazakî dibêje, pêvajoya ku bi muzîkê re dest pê kiriye ji bo xwe mîna serpêhatiya vegera eslê rave dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Hunermend Derya Cengîz a strana Kotî Yo Lacê Mi (Kurê min li ku derê ye?) ku bi zaravayê Kurdî yê kirmanckî (Zazakî) tê zanîn derxist, diyar kir ku stran ji bo wê xebateke vegera eslê xwe ye. Derya Cengîz a di 4 saliya xwe de ji ber sedemên civakî û aborî ji welatê xwe Dêrsimê koç kir, jiyana xwe ji ziman û çanda xwe dûr derbas kir. Derya Cengîz da zanîn ku hesreta zimanê wê piştî ku dem derbas bûye wê ber bi hunerê ve biriye, diyar kir ku xebatên wê yên bi zimanê dayikê tenê bi stranek re dê sînordar nemîne.
Bi hesreta ziman û çanda xwe mezin bû
Derya Cengîz a li navçeya Hozata Dêrsimê ji dayik bûye, tevî malbata xwe ji vir koçî parêzgehên Rojava dike. Derya Cengîz a ku 20 salan jiyana xwe dûrî axa xwe derbas kir, diyar kir ku ji roja koçber bûne heta niha ji bo çanda xwe hesret kişandiye. Derya Cengîz a ku dixwaze vê hesreta xwe bi muzîka ku di her quncikek jiyana wê de heye dabîn bike, klîbek ji bo lorîna dayikeke Dêrsimî ya ku bi zimanê xwe yê dayikê bi zazakî vedibêje dikşîne.
Riya xwe ya muzîkê zivirand zimanê xwe yê dayikê
Derya Cengîz bal dikşîne ku bi jiyana wê ya muzîkê re pêvajoya nêzikbûna çanda wê dest pê kiriye û wiha got: “Ji ber ku ez ji cihê jidayikbûna xwe dûr bûm, min her dem ji bo çand û zimanê xwe hesret dikişand. Em çiqas dikarin vê yekê bikin, ew tê nîqaşkirin, ji ber ku wekî kesên ji 20 salan zêdetir neçar mane ji çand û zimanê xwe dûr bikevin, dibe pêvajoyek pir bi zehmet. Hesretek heye û hûn hewl didin vê hesretê veşêrin. Wê hesretê berê min zivirand axa min. Piştî ku li vir vegeriyam welatê xwe, min hem hemşîretî kir hem ji di heman demê de bi muzîkê re jî mijûl bûm.”
“Min li Akademiya Cegerxwîn perwerde dît” 
Derya Cengîz a li Amedê dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir, li vir bi Mizgîn Tahir û Mehmûd Berazî re xebitî. Derya Cengîz a li Akademiya Cegerxwîn perwerde girt û 7 salan di Orkestraya Hesenkêfê de cih girtiye, wiha dibêje: “Piştî ku li vir wek pîşêyî hatim wezîfedarkirin, min hîs kir ku divê ez tiştekî bi zimanê dayika xwe bidomînim û pêwîst e ku ez ji nû ve ji cihekî dest pê bikim. Ji wê rojê û vir ve dema ez beşdarî xebatan dibim, bi zimanê zazakî, kirmanckî û soranî stranan distrêm. Ji bo min hestek pir xweş e. Ez dikarim bibêjim serpêhatiya vegerê ya ax û eslê xwe ye.”
"Ez ê serpêhatiya ku min bi zimanê dayika xwe dest pê kir bidomînim" 
Derya Cengîz diyar kir ew ê bi stranên ku bi zimanê dayikê distrê serpêhatiya xwe ya muzîkê bidomîne, wiha got; “Ez ê van xebatan heta ji destên min bê didomînim. Zazakî di hundurê dilê min de kul ma. Weke ku min got, min zarokatiya xwe ji çiya û ji çemên xwe dûr derbas kir. Ev ziman tevahiya rabirdûya min e, zaroktiya min, bîranînên min, hemû di wî zimanî de veşartî ne. Ez dixwazim serpêhatiya xwe ya muzîkê, bi taybetî zimanê xwe bi zimanê ku min ji dayika xwe bihîstiye bidomînim.”
Hûn dikarin bi vê lînkê xwe bigihîjînin strana zazakî ya Derya Cengîz bi navê Kotî Yo Lacê Mi (Kurê min li ku derê ye?): https://www.youtube.com/watch?v=Htq4mIUxfvA