Jinek di ‘Vîtrîn’ê de Ii xwe digere
Lîstika şanoyê ya bi navê "Vîtrîn" a bi derhêneriya Mardîn Zamanî, balê dikşîne ser têkoşîna jinek ku li xwe digere û digel her tiştî jî paşve gav navêje.

SENYA MORADÎ
Sine – Jinek bê tirs û poşmanî hemû astengiyan derbas dike... Di vê pêvajoyê de her tiştî heta xiyanetê jî diceribîne, lê belê dîsa jî dev jê bernade û paşve venagere. Di vê riyê de canê xwe jî datîne holê; çendahiyê ji kalîteyê re tercîh dike, ji ber tiştê ji bo wê girîng e, ne dem çiqas derbas bûyî ye, ya esas ew e ku çiqas nêzî armanca xwe bûye. Di her qonaxê de astengî girantir dibin lê ew bi biryardartir dibe û ev tenê ji îradeya jinek ava dibe.
Lîstika şanoyê ya “Vîtrîn’, di navbera rojên 21-30'ê Cotmehê de her roj saet di 18.00'an de li sehneya Enstîtuya Hunerên Bedew a Keçan derdideve pêşberî temaşevanan. Di lîstika “Vîtrîn” de Mehsa ne mexdûrek e; afirînera çarenûsa xwe ye.
Şano bi lîstikvaniyên Sarîna Touranî, Elnaz Hosseînî, Reza Feraqî, Arşam Rezaeî, Kosar Hosseînî, Saheb Yousefî, Heja Heyderî, Parsa Şîrî, Mobîn Ehmadî, Erşad Minoueî, Keyhan Bobanî, Parsa Amînî, Parand Moazemî, Mehsa Esfandîarî, derhêner Mardîn Zamanî û çêkeriya Rohan Rezaqî hat pêşkêşkirin.
Ev berhem, ji aliyê temaşevanan ve bi germî hat pêşwazîkirin û ji rexnegiran jî bertekên erênî girt. “Vîtrîn” berhema du salên xebata ekîbê ye; keda hevpar a lîstikvanên ciwan û mezûnên şanoyê ye. Berhemeke di cureyê mîzaha reş de bi rastiyê re têkel bûyî ye vê carê ne kêfxweşiya kûklayan, nîşaneya êşa civakê ne. Ev êş tercubeya hevpar a hemû temen û zayendan e lê peyama ku ji nava vê êşê ava dibe, ne peyama serîdanînê ye, heta bighîje armanca xwe ya têkoşînê ye.
‘Digel hemû zehmetiyan jî em bi ser ketin’
Lîstikvan Mehsa Esfendîarî, derbarê rola xwe de wiha dibêje: "Ez 19 salî me û ji sala 2020'an û vir ve bi şanoyê re eleqedar dibim. Provayên 'Vîtrîn' ji destpêkê ve di şêwaza atolyeyan de bû, bi derhêner Mêrdîn Zamanî re 22 heta 25 mehan domiya. Digel hemû zehmetiyan jî me lîstikê pêşkêş kir. Dewlemendiya hestiyarî û hunerî ya gelê me, em gelek kêfxweş kirin; piştgiriya wan motîvasyona me ya herî mezin bû.”
‘Hêzkirina gel hunerê zindî dike’
Lîstikvan Mehsa Esfendîarî, bal kişand ser zehmetiya vê xebata şanoyê û di berdewama axaftina xwe wiha got: "Ev xebat ji bo me pir zehmet bû. Ne prova û ne jî salona me ya dikê hebû lê em bi hevgirtina ekîbê re bi pêş ketin. Me di navbera rojên 21-30'yê vê mehê de me lîstika xwe pêşkêş kir û eleqeya gel pir hêvî da me. Hezkirina gel hunerê zindî dike; lewma min jî hunerê bijart. Ez hêvî dikim zêdetir mirov berê xwe bidin şanoyê, ji ber şano yekane hunera tiştên ku di kêliyê de tên jiyîn e.”
Mehsa Esfendîarî, der barê lîstikê de anî ziman ku ji mîtolojiyê karakteran girtine û wiha axivî: “Me di "Vîtrînê” de hinek karakter û xwedayên ji mîtolojiya rojhilat ên mîna Crowley, Paîmon, Rowîna bikar anîn. Ez rola 'Mehsa' dilîzim. Rola jineke ku riya xwe bijartiye û dixwaze heta dawiyê biçe. Bi alîkariya hevalên xwe Lîlî û Lou, hewl dide xeyala xwe ya dayîna konsera gîtarê pêk bîne. Armanca wê çûyîna heta dawiyê ye. Destpêkê min di têkilîdayîna karakteran de zehmetiyan kişand lê piştre min fêm kir ku Mehsa tenê li pey tiştên ku heq dike ye. Ez hêvî dikim ku ez jî di jiyana xwe de bibim ‘Mehsaya Vîtrînê’.”
‘Jineke ku ji bo bighîje armanca xwe her tiştî digre ber çav’
Derhêner Mardîn Zamanî ya di heman demê de karaktera "Lou" dilîze jî, li ser naverok û armanca lîstikê rawestiya û wiha got: "Di rexneya hunerî de heft rêgezên bingehîn hene; yek ji wan jî femînîzm e û min di vê berhemê de bal kişand ser vê yekê. Çîrok, qala jineke dike, jineke ku ji bo bighîje armanca xwe her tiştî digre ber çav.”