Stêra Zêrîn a Mexmûrê perwerdeya muzîkê ya havînê bi şahiyekê qedand
Stêra Zêrîn a li Wargeha Mexmûrê, perwerdeya muzîkê ya havînê ku ji bo 180 zarokan hatibû destpêkirin, bi şahiyekî rengîn bi dawî kir.
Mexmûr – Li Wargeha Mexmûrê Stêra Zêrîn kevneşopiya xwe ya perwerdekirina zarokan di werza havînê de bê navber didomîne. Piştî qedandina 3 mehên perwerdeya enstrûmanan a ku di 10’ê Heziranê de hatibû destpêkirin, bi organîzekirina şahiyekê dewreyên perwerdehiyê yên werza havînê dawî kir.
Stêra Zêrîn bi salan e li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di werza havînê de perwerdeyên saz, gîtar û erebaneyê dide zarokên wargehê. Îsal jî ev kevneşopiya xwe di 10’ê Heziranê de bi 180 xwendevanan dabû destpêkirin. Di nava sê mehên havînê de zarok fêrî enstrûmanên muzîkê hatin kirin. Bi dawîhatina sê mehên perwerdeyê re, zarokên ku fêrî enstrûmanên muzîkê bûn, bi tevlîbûna malbat û xelkê wargehê re hunera xwe pêşkêş kirin.
Beriya ku şahî destpê bike, ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Îştar endama Koordinasyona Meclisê Bêrîvan Îşlek axivî.
Bêrîvan Îşlek destpêka axaftina xwe de cangoriyên şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" bi bîr anî û wiha got:
"Di cîhanê de sîstema heyî êrîşên xwe yên tund di aliyê çandî de li ser civakê pêk tîne, bi taybetî jî li ser gelê Kurd van êrîşan pêk tîne. Li derdora wargehê bi êrîşên şerê taybet dixwazin li ser zarokên me bandorê bikin. Ruxmê dorpêç û êrîşên şerê taybet ên li ser wargehê, di aliyê xweperwerdekirinê û çandî de em di asta herî jor de ne. Di werzên havînê de bi taybetî perwerdekirina zarokan û li ser çanda xwe pêşxistina wan, bersivek ji van êrîşan re ye.”
Îşlek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşxistina çanda xwe, pêwîste ji çandê re giringî bê dayîn. Her wiha pêwîste em zarokên xwe li ser çanda xwe mezin bikin û giringî bidin perwerdeyên ku di werza havînê de ji aliyê Stêra Zêrîn ve tên dayîn. Heman demê de em spasiya mamosteyên li vir ked dayîn dikin.”
Piştî axaftina vekirinê, zarokan hunera xwe bi stran û lêdana enstrûmanan pêşkêşî amadebûnan kirin. Piştî pêşandanê, belgenameyên serketinê dan zarokan.
Şahiya zarokan bi stran, govend û duruşmeyan bi dawî bû.