Sînor Madîh: Jin di nivîsandina pirtûkan de bi hêztir in

Sînor Madîh a bi zimanê Kurdî pirtûkek zanistî nivisandiye, dibêje; ‘Dema ku min teza lêkolîna zanîngehê amade dikir, tu çavkaniyên Kurdî tunebûn ji ber wê min bi xwe hewl da pirtûkek zanistî bi zimanê Kurdî binivîsînim.”

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan – Pirtûk, amûreke ne zindî ye lê belê di dema xwendinê de dîmen li ber çavên mirov zindî dibin, mejî bi xwendinê xurt dibe. Bi riya pirtûkxwendinê mirov dikare mêjiyê xwe bixebitîne ji ber ku her neteweyek bi asta xwendina xwe bi hêz dibe. Kesên ku dost û havalên pirtûkan bin ji bo civakê dibin mînak îcar dema ku di civakê de gelek kes birtûkan bixwînin, lawaziya wê civakê namîne. Jin jî di xwendin û nivîsandina pirtûkan de xwedî roleke baş in.

Sînor Madîh nivîskarek ciwan e xelkê gundê Rizgarî yê girêdayî Germiyanê ye. Di sala 2015’an de li zanîngeha Dihokê beşa endezyariya elektrîk û kompîtorê temam kiriye, weke mamosteyek jin ev nêzî 8 salan e di gelek peymangehan de ders daye, weke peymangeha Germiyanê ya taybet, niha jî rêvebera peymangeha Qelay a taybet e û dest bi nivîsandina pirtûkên di aliyê teknolojiyê de kiriye. Der barê ezmûna nivîsandina pirtûka xwe de Sînor Madîh axivî.

‘Pirtûka Cîhana Ardûno ezmûna min a yekem e’

Sînor Madih wiha behsa pirtûka xwe kir û got: “Navê pirtûka min Cîhana Ardûno ye, ev pirtûk ezmûna min a yekem e. Li ser amûrên elektronîk e ku di sala 2005’an de li bajarek Îtalyayê ji aliyê çend kesan ve hatiye çêkirin. Her wiha pirtûk behs dike çawa mirov dikare ji sifirê dest pê bike.”

Sînor fikrên nivîsandina pirtûkê, ji nivîsandina teza lêkolînê ya zanîngehê girtiye ku di sala 2014-2015’an de ji bo dema dawî ya xwendinê amade kir. Ji ber teza lêkolînê li ser amêrên Ardûno bû lê belê tu çavkaniyek li ber destê wê tunebû.

‘Malbata min ji bo nivîsandina pirtûkê piştgirî da min’

Sînor Madih destnîşan kir ku gelek hewl daye û gelek pirtûk xwendine, bi pey zanyariyan ketiye û di dema komkirina zanyariyan û amadekariyên nivîsandina pirtûkê malbat û hevjînê wê gelek alîkarî danê û wiha got: “Demek zêde derbas bû, heya gihîştim asta ku kar li ser bikim. Ji ber ez bi salan bi nivîsandina vê pirtûkê re mijul bûm. Her wiha hevalên min ên mamoste di aliyê zanistê de gelek alîkariya min kirin.”

‘Jin di nivîsandina pirtûkan de bi hêztir in’

Sînor Madîh got: “Ez tu cudahî di navbera jin û mêran de nabînim, ji kesên ku dibêjin mêr bi hêztir in, re ez dibêjim her kesê xwedî zanyariyan be bi hêz e çi jin çi mêr. Lê belê cihê kêfxweşiyê ye ku jin di aliyê nivîsandina pirtûkan de bi hêztir bin. Ez gelek ji xwendina pirtûkên zanistî de hez dikim, hewl didim di pêşerojê de hîn zêdetir pirtûkan di aliyê zanistî û aliyên din de binivîsînim. Mixabin xwendina pirtûkan niha kêm bûye û girîngî nadin xwendina wan. Ji ber ku bi hatina teknolojiyê re hemû kes bi torên civakî re mijûl in, ji ber wê ez hewl didim wêneyan di nava pirtûkê de bi cih bikim da ku bala xwendekara bikşîne û dest bi xwendinê bikin.”

‘Ji bo ku pirtûkan nenivîsînin rê li jinan tê girtin’

Sînor Madîh diyar kir ku kêrhatî û hêza jinan di nivîsandina pirtûkan de gelek heye lê belê ji ber kevneşopî û zordestiya mêrsalariyê rêgirî li wan te kirin. Lê belê jin divê bi xwe hewl bidin li ser lingên xwe bisekinin, em dikarin kar bikin û nabe em xwe ji mêran kêmtir bibînin.