Sînemayê wekî wesiyeta bavê xwe dît

Handan Acar Pehlîvan, piştî mirina bavê xwe, wekî ku wesiyetek be bi sînemayê re eleqedar dibe. Her çendî ew bi mirina wî pir xemgîn bûbe jî ji bo wesiyetê bi cih bîne di sala 2012’an de dest bi kursên sînemayê dike. Handan bi her qada fîlm re bi xwe eleqedar dibe, dev ji sînema û hînbûnê bernade.

 
RUYA HUSEYİNOGLU
Îzmîr - Handan Acar Pehlîvan, dema ku bi bavê xwe re ji televîzyonê li fîlman temaşe kiriye, ew hest pê re çêbûye ku dê bi awayekî bi sînemayê re têkiliyek wê çêbibe û bikeve nava wê “lembeya bi efsûn.” Tevî ku di warê sînemayê de tu zanîn, perwerde û pratîka wê tune bûye jî di vê mijarê de cesaret dike, gavek diavêje û bi piştgiriya bavê xwe, bi carekê xwe li pişt kamerayê dibîne. Handan, bi taybetî piştî mirina bavê xwe yê ku di warê sînemayê de cesaret dayê, bi cîhana sînemayê ya jiyana wê rengîn kiriye ve, tê girêdan, li dû hev gelek kurtefîlm û dokumanteran çêdike.
 “Wekî wesiyeta bavê min bû”
Handan li Îzmîrê hatiye dinyayê û ji beşa Rêveberiya Giştî mezûn bûye. Her çendî berî ji bo kesên çavên wan nabînin perwerdeya şanoyê dabe û di karên weşandina kovaran de xebitîbe jî eleqeya wê ya ji sînemayê re di sala 2012’an de çêbûye. Handan wiha behsa wê demê dike: 
“Piştî wê axaftina bi bavê xwe re, min baldartir li fîlman temaşe kir. Li ser sînemayê, min dest bi gelek lêkolînan kiribû. Tam wê demê bavê min mir. Piştî mirina wî min xwe di valahiyek de dît. Wekî ku bavê min, beriya bimre ji min re gotibe “Divê tu vê yekê bikî.” Wekî ku ev wesiyeta bavê min be. Ji ber vê sedemê ez zêdetir motîve bûm, min ji berê zêdetir pirtûk xwendin, bi mirovên bi sînemayê re eleqedar dibûn re min têkilî danîn. Dikarim bibêjim ku bi çûndina kursên sînemayê min gavên girîng avêtin. Ji 4 hîndekarên sînemayê, hîndekarek senarîst û ya makyajê min demên dirêj ders girtin.”  
Bi kurtefîlman beşdarî mîhrîcanan bû
Kursên sînemayê yên Handan tevli bûbû, jê re hem qadên civakî yên bikare bêhnê li wan bigre diafirand hem jî di warê kolektîf de pratîka çêkirina fîlman dida qezenckirin. Handan wiha didomîne:  
“Sala pêşîn dema ez çûm kursê, bi koma xwe re me fîlmek metraj dirêj kişand. Min beşek ji senaryoya vê fîlmê nivîsand û di heman demê de wekî lîstikvan min cih girt. Di her merheleya kişandina fîlman de min hewl da di nava kar de bim. Ev ji bo min derfeta xwedîtinê bû. Min fêm kir ku ez nê behremendî nîn im. Ji bo vê girêdana xwe zêdetir bikim, di salên din de jî beşarî kursên sînemayê bûm. Li van deran wekî kom, ji dekorê heta derhêneriyê hûn cihê xwe di her merheleyê de digrin. Min piştî demek êdî fêm kir ku ez dixwazim fîlmên xwe, tenê bi serê xwe bikşînim. Kurtefîlm û dokumanterên ku min kişandibûn, li Mîhrîcana Kurtefîlman a Kocaeliyê, Mîhrîcana Fîlm a Kemeralti û Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Uçan Supurge, cihê xwe girtin.” 
“Jin pirsgirêkên xwe bi awayê herî xweş nîşan didin” 
Handan dibêje ku bi tena serê xwe çêkirina kurtefîlman, gelek zoriyên madî û manewî bi xwe re tîne lê bi bîr dixe ku tevî hemû zoriyan jî ji bo mirovan, bi riya sînemayê ragihandina çavdêrî, yan jî hestekê, ji bo wê di jiyanê de hesta herî xweş e û nêrînên xwe wiha vedibêje: 
“Bi pereyê ku min berê ji şanoyê kar kiribû, min ji xwe re kamera kirî. Bi demê re hêdî hêdî min derfeta kirîna ekîpmanên xwe yên din jî dît. Dema projeyek çêdikim, senaryoyek dinivîsînim divê fikarên madî jî hesab bikim. Hilbijartina mekan, qerekteran û çîrokê li gorî vê plan dikim. Bi tena serê xwe eleqedariya bi her tiştî re pir zor e; lê ji ber ku ez bi hezkirin dikim, zoriyan têk dibim. Bifikirin, hûn dokumanterek dikşînin û ew êdî ji hemû çavdêrî û nêrîna we pêk tê. Ew fîlm li aliyek din ê cîhanê, ji aliyê kesên hûn qet wan nas nakin ve tê temaşekirin û dibe ku bi wê fîlmê re cîhana wan kesan biguhere. Hestek ji vêya xweştir û motîvetir tune ye. Li gorî min jin, dikarin pirsgirêkên xwe bi awayê herî xweş bînin ziman û nîşan bidin. Ez ji jinan re dibêjim ku; ger birînek we, derdek we hebe, hûn tenê bi kişandina dokumanter an jî kurtefîlmek jî dikarin nîşanî cîhanê bidin. Ji bîr nekin hûn dikarin ji bo cîhanê bibin deng û ronahiyek!”