Sînemaya Mexribê bi fîlmên xwe li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe

Gelek berhemên sînemayî yên Mexribê hene, mijara şîdeta li dijî jinan bi şêweyên cuda girtine nava xwe her wiha rastiya gelek jinên ku di bêdengiyê de êş û azarê dikşînin anîne ziman. Gelo sînema dikaribû li hemberî vê diyardeyê bibe wesîleya nerazîbûnê û vê diyardeyê ronî bike?

HENAN HARIT
Mexrib- Jinên Mexribê di van demên dawî de di ware îstîsmarkirina sînemayê de bi ser ketin û ji bo xizmetên xwe bi kar anîn. Hafiza Ben Salah fikarên jinên Mexribê hilgirt û bi damezrandina Komeleya Nimat ji bo geşedanan hewl da hemû jinên Mexribê biparêze. Her wiha hewl da bi riya sînemayê bikaribe rê li ber tundiya sîstematîk a li ser jinan di civakê de bigre. Ji ber vê komeleyê li ser rola sînemayê di têkoşîna li dijî tundiya zayendî de projeyek da destpêkirin.
“Sînema îro bûye amûreke bi bandor ji bo têkoşîna li dijî tundiyê”
Hafiza Ben Salah ji ajansa me re wiha behsa Komeleya Nîmet kir û got: “Xebatên sînemayî yên Mexribê di warê têkoşîna li dijî tundiyê û belavkirina çanda wekheviyê de pir kêm in. Ji ber vê yekê projeya komeleyê ku di sala borî de dest pê kiribû, hat ber çavan ew jî ji ber rola girîng a sînemayê di bandorkirina temaşevanan de dilîze. Sînema îro bûye amûreke bi bandor ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û guhertina reftaran, ligel teqeziya li ser pêwîstiya entegrekirina nêzîkatiya zayendî. Divê nivîskarên senaryoyê ji pirsgirêkên civakê re vekirî bin, nemaze yên ku bi diyardeya tundûtûjiyê ve girêdayî ne û beşdarî sînordarkirina wê bibin.”
“Gelek caran tundî tê normalîzekirin”
Hafiza têkildarî serkeftina sînemaya Mexribê ji bo pêşîlêgirtina şîdetê yan jî hişyarkirina li hemberî wê wiha got: “Sînema di van demên dawî de bi dil û can ronî dibe ser mijarên ku jinan eleqedar dikin, di nav de tundî jî heye. Tevî ronîkirina diyardeya tundiyê di hin berhemên hunerî de jî pir caran ev tundî tê normalîzekirin lewre jin bêçare tên nîşandan û tundiya ku li dijî wan tê kirin, bi taybetî ya ku ji aliyê mêr ve tê kirin tundiyeke normal tê dîtin û divê ew bi sebir be û di hemû rewşan de hevserê xwe tehemûl bike. Ji derveyî xebatên sînemayî, gelek kampanyayên li dijî tundiya bi cureyên wê yên li ser jinan tên kirin û bandorê li ser jinan dikin tên li darxistin. Ez bang bang li derhênerên sînemayê dikim ku rola jinan bi rolên kevneşopî yên tenê li ser jinbûn û jinên malê disekinin bi sînor nekin û her wiha materyalên hunerî ji aliyê zayendî ve binirxînin. Ji bo ku jin bi rengekî minasib û mantiqî bêyî ku serî li tehdîdan û biçûkxistinê bidin û bi hebûna hevseng a jinan di xebatên sînemayê de wan têxin rewşek layiqî wan.”
Piştî ku jinên Mexribê sînemayê ji bo xizmeta doza xwe bi kar bînin, hinek ew fîlmên ku li ser tundî û pirsgirêkên jinan di civakê de cih digrin hatin nîşandan, me wiha rêz kir.
 Mijara fîlmê Çarenûsa jinekê
Mijara fîlma bi navê “Çarenûsa jinekê li ser fenomena şîdeta zewacê bû ku du hevjîn hebûn û jiyana wan baş derbas dibû lê dema ku zarokên wan çêbûn her tişt guherî. Hevjînê wê veguherî mirovekî demarî û hemû cureyên şîdetê li dijî wê bi kar dianî. Ji ber vê jin di dawiyê de biryar dide ku azadiya xwe bi dest bixe. Lê hevjînê wê di destpêkê de red dike ku wê berde, di dawiyê de bi wê re danûstendinê dike ku di berdêla hevberdanê de miqdarek pere bide wî û dev ji heqê xwe berde.
Fîlma Jin û jin 
Fîlma Jin û jin di salên 1990'î de hatiye çêkirin, wê demê li Mexribê dengvedanek mezin çêkir, ji ber ku ew yek ji yekem fîlmên Mexribê bû ku ji nêz ve jiyana jinên nûjen ên Mexribê û zordarî û şîdeta ku di civakê de rastî wan tê girtibû dest. Fîlm di Festîvala Fîlman a Johannesburgê de li Afrîkaya Başûr xelata lîstikvana herî baş  Fatima Khair wergirt.
Fîlma li pişt deriyên girtî 
Di nav berhemên din de ku behsa tundiya li ser jinan dike, fîlmeke bi navê li pişt deriyên girtî heye ku çîroka Semîra ya ji aliyê rêveberê xwe yê kar ve rastî tacîzê hatiye û bi her awayî hewl daye wî bide sekinandin lê ew bi israr bû ku wê tacîz bike û gef li wê xwar ku ger ew xwestekên wî pêk neyne ew ê wê ji kar dûr bixe. Lê Semîra tevî tirsa xwe ev mesele ji hevjînê xwe re got û hevjînê wê piştgiriya wê kir û bi hev re biryar dan ku planek çêbikin wî bixin xefikê û li ber çavên jinan wî eşkere bikin û paşê serî li komeleyê bidin.
Fîlma Saîda
Fîlma bi navê Saîda yek ji wan fîlman e ku behsa tundûtûjiya zayendî dike, çîroka jineke zewicî û keçeke wê heye vedibêje. Weke karmendek di şîrketek de kar dike û jiyana aram û bextewar dijî lê ew neçar dibe ku ji bo biçin ser kar texsiyê bi kar bînin. Lê belê, ew ji hêla ajokarê texsiyê yê ku tecawizê wê kiriye ve tê revandin. Saîda ji tirsa nêrîna civakê, tiştên ku rast hatiye ji polîsan û hevjînê xwe vedişêre. Vê bûyerê ji hêla psîkolojîk ve bandorê li Saîda kir û hişt ku serî li komeleyek femînîst bide da ku alîkariya wê bike û ji wê rewşa zehmet xilas bibe. 
 Fîlma Mouwada
 Fîlma Mouwada di heman demê de qîrînek hunerî ye ji bo bihîstina dengê jinên ku destdirêjî li wan tê kirin û bêdeng in. Bûyerên fîlm bi şopandina çîroka lehenga ku têdikoşe li ser jinîtiya xwe bi ser bikeve berdewam dike û ev yek di ronahiya civakekê de ye ku di asta temsîliyetên xwe yên li hemberî wê de şikestî û tundiyê dijî. Ji ber ku piştî mirina xwe jî ji şîdetê rizgar nebûye, li ser termê lehengê di nîvê gora wê de destdirêjî lê dike.