Sibê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ye
Dayikên Êzidî ji bo cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Bavê Şêx amadekariyên xwe temam kirin. Wê sibê beşeke mezin a Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz bikin.
GULISTAN EZÎZ
Şengal – Sibê cejna Çarşema Sor bi navê xwe yê din Çarşema Serê Nîsanê ya Bavê Şêx e. Dayikên Êzidî di êvara cejnê de li aliyekê behsa amadekariyên xwe yên cejnê kirin, li aliyekê din jî wê di cejnê de çi bê kirin ji ajansa me re parve kirin.
Rengên hêkan rengên biharê ne
Çarşema Serê Nîsanê her sal di meha Nîsanê de ji aliyê Êzidiyan ve tê pîroz kirin û ji bo wan rojeke pîroz e. Li gor baweriya wan kewna dinyayê di vê rojê de pêk hatiye. Dayê Nafiye Şingalî ku ji sibehê ve dest bi amadekariya cejnê kiriye destpêkê cejna Çarşema Serê Nîsanê li hemû civaka Êzidî, li şehîdên Şengalê pîroz kir û ji bo amadekariyan wiha got: “Em îro hêkên xwe reng dikin. Fêkî û şekirên cejnê em ji îro ve dikirin. Her çiqas em her roj paqijî jî dikin ji ber ku sibê cejne em îro careke din her derî paqij dikin.”
Di Cejna Çarşema Serê Nîsanê de herî zêde rengkirina hêkên kelandî bi nav û deng e. Bi her cûre rengê biharê ku sor e, kesk e, zer e, narinci ye hêk tên xemilandin û her kesek ji bo xwestek û daxwaza xwe van rengan hildibijêre. Dayê Nafiye bahsa cejnên berê ku çawa hêkan reng dikirin jî kir û got: “Pir ne berê ye jî, tê bîra min rahmetiya dayikamin qalikê pîvazan dianî, dixiste nav beroşekê, dema hêk jî dixistin nav wan qalikan piştî demekê rengê hêkan sor dibûn. Dîsa giya û kulîlk dianîn di nav hêkan de dikelandin. Hêk rengê wan giya û kulîlkan digirt. Dîsa hêk bi çayê re dikelandin, rengê wan hêkan sor sor dibû. Niha hinek rengên sinaî bikartînin, lê belê rengên xwezayî gelekî çêtir in. Li gor dilê min divê em vegerin cejnên xwe yên berê, ji ber hîn xweştir bûn.”
'Em dev ji rêûresmên xwe bernadin'
Dayê Nafiye dibêje piştî fermanê gelek Êzidî ber bi deverên cuda ve çûn û ew qerebalixiya heyî ya li cejnan de li Şengalê zêde nemaye. Li gor dayê ger beriya fermanê bûya bi hezaran însan derdiketin ser kolanan, gelek zarok, ciwan, keç û xort, dayikên temen mezin bi hev re mal bi mal digeriyan. Dayê Nafiye dibêje: “Ruxmê ferman bi serê Êzidiyan de hat, Êzidî hê jî qenc in. Devê dest ji rê û resmên xwe bernedin. Dest ji cejn û pîroziyên xwe bernedin. Ev tiştekî pir girîng e. Divê însan bi eyd û edetên xwe ve, bi çanda xwe ve girêdayî be.”
Dayê Nafiye bahsa roja cejnê jî dike û dibêje: “Em hêk û tiştên din ên cejnê datînin ser sifreyek. Hinek ji me diçin ser goristanê, miriyên xwe ziyaret dikin. Hinek jî li mal dimênin da ku mêvanên heyî pêşwazî bikin. Dema deriyê mirov vekirîbe û dost û nas werin ziyaretê gelek xweş e. Di cejna Çarşema Serê Nîsanê de yên lihevnekirî jî li hev tên.” Dayê Nafiye di dawî de dixwaze ev cejn bibe cejna xêr û xweşiyê, bibe tifaq û serkeftina civaka Êzidî.
'Çarşema Serê Nîsanê li Rêber Apo pîroz be'
Dayê Nurê Şingalî jî destpêkê ev cejn li civaka Êzidî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Em di hemû cejnên xwe de cejna Rêber Apo pîroz dikin, em wî jibîr nakin. Ger ne ji wî bûya civaka me ya Êzidî nedikarî cejna Çarşema Serê Nîsanê xwe jî pîroz bikin. Civaka me ya Êzidî fikrê wî yê bijon(paqij) ji xwe re hilgirt.”
Dayê Nurê wisa qala amadekariyên cejnê yên di mala xwe de kir: “Em her sal bi rengên kesk û sor û zer hêkên xwe reng dikin. Dîsa ji bo cejnê em xwarinê amade dikin. Ji bo roja cejnê herkes diçe ser gorên xwe.” Dayê Nurê di dawî de dibêje: “Her çend ferman ser serê me de hatibe jî em çanda xwe jibîr nakin. Em li ku derê bin jî em eyd û edetên xwe jibîr nakin û pîroz dikin.”