‘Seyran’ a ji Stêra Zêrîn re xelatê anî jiyana jinekê Kurd vedibêje

Endama Koma Stêra Zêrîn a Tevgera Hîlala Zêrîn Rehef Zilfo behsa baştirîn strana folklorî ya Kurdî bi navê ‘Seyran’ a ku di Mihrîcana Orkêş a Muzîkê de, xelat girtibû kir.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Li hunerên veşartî yên di nava dîrokê de winda bûne digerin û bi dengên xwe yê zêrîn nûjen dikin, bi jin û civakê didin guhdarkirin û hezkirin. Yek ji komên xweser ên herî zêde li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li koka folklora Kurdî digerin û nûjen dikin, Koma Stêra Zêrîn a Hîlala Zêrîn e ku di sala 2018'an de hatiye avakirin. Bi stranên xwe yê balkêş, xwe û hunera ku pêşkêş dikin û li ser diwestin, xwe berdidin nava hest û rehên her zindiyê. Strana 'Seyran' ji nav 24 komên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wekî baştirîn strana folklora Kurdî, ji aliyê komîteya amadekar a Mihrîcana Orkêş a Muzîkê ve hat hilbijartin. Li ser vê mijarê Endama Koma Stêra Zêrîn Rehef Zilfo axivî.

‘Rengê stranên folklora Kurdî li pêş bû'

Rehef Zilfo got ku nûjenkirina stranên folklorî di koma wan de hêmaneke sereke ye û wiha domand: "Ne tenê di mihrîcanan de, nûjenkirina stranên folklorî em wan bingeh digrin û bi taybetî wan ji koma xwe re hildibijêrin. Komîteya amadekar a Mihrîcana Orkêş a Muzîkê gavekî pir baş avêt, dema ku gotina straneke folklorî kirin quralê mihrîcanê. Lêvegera ji çanda resen a kurdewariyê re gaveke girîng bû. Di heman demê de lêvegera li dapîr û bapîrên ku folklora Kurdî parastin, stran ji devê wan hat girtin û bi dev û dengê nifşên nû hat nûjenkirin. Ji ber çanda Kurdî pir dewlemend e divê em wê ji jibîrbûyînê bi zindîkirinê biparêzin. Koman hemû jî stranek folklor amade kiribûn, ji şêweyê gotinê heta muzîk û hestên wê rastî eleqeyeke mezin hat. Di Mihrîcana Orkêş a Muzîkê de, xwedîderketina li çand û folklora Kurdî pir li pêş bû, gelek li ser westiyabûn û berhemên pir balkêş jî derketin holê."

'Seyran' a veşartî dîtin

Rehef Zilfo wiha behsa strana 'Seyran' a ku xelata baştirîn strana folklorî ya Kurdî girt kir: "Seyran, straneke gelêrî ye û beşek ji vê stranê ji fîlmekî Kurdî hat derxistin. Ev stran ji sedî 95 li Rojava nehatiye guhdarkirin. Stranên folklorî yên ku berê gelek hatibûn guhdarkirin, me hilnebijart. Xwesteka me ew e em li stranên veşartî lêbigerin û strana seyran pir veşartî mabû seyran jî bi xwe jineke Kurd e. Stran tenê di fîlmekî de hebû û hunermendekî strabû, me jî ew hilbijart. Bi bikaranîna gelek amûran, me bi rengê xwe ew nûjen kir û baştirîn xelat li ser girt. Me xwe berpirsiyarê derxistina hunerên veşartî dît. Mamoste zanistê belav dike, bijîşk tenduristiyek saxlem ava dike û hunermend jî wekî parêzvanên çandê tên naskirin. Divê çanda xwe ya neteweyî bikolin, lêbigerin û nûjen bikin. Ji ber ku netewek bêyî ziman û çand, mirî ye."

‘Huner jî wekî şer e’

Rehef Zilfo da zanîn ku hunermendên jin îro barekî giran dikeve ser milên wan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Erkek me yê wisa girîng heye, em çanda xwe ya Kurdî ne tenê li Kurdistanê, bi cîhanê bidin naskirin û belavkirin. Ji bo ku bizanibin Kurd ne tenê bi şer re mijûl dibin, Kurd hunerê jî bi pêş dixin û xwedî hunereke dewlemend in. Divê kes hesreta hunerê di dilê xwe de nehêle. Malbat pêwîst e rê li ber zarokên xwe vebikin da ku werin çanda xwe ji nêz ve nas bikin. Girîng e ku kes ji hunera xwe ya neteweyî neyê dûrxistin, astengiyan dernexin û bi hezkirin vê xebatê bikin. Huner jî wekî şer e, bêyî şer û bêyî huner jî nabe û her du jî xwedî paşeroj in."

‘Serpêhatiya Seyrana me’

Rehef Zilfo bal kişand ser sekna 12 jinan tevî amûrên wan ên muzîkê li ser dika mihrîcanê û wiha agahiyên din parve kir: "Sekna me bi xwe serkeftinek bû, jêdera moral û girtina hêzê bû. Ji nav 24 koman, yekem kom bi hejmara 12 jinan û bi xwe amûrên xwe yên muzîkê lêdixistin, koma me bû (Stêra Zêrîn). Ev bi tena serê xwe, xelateke cuda bû ji me re. Komên din hemû mêr amûrjenên wê bûn lê amûrjenên me hemû jî jin bûn. Me gelek amûrên ku yekem car e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lêxistin, bi kar anîn. Yekem car jineke Kurd li vir basgîtarê bi kar tîne. Piyano, basgîtar, tembûr, keman, zerib, erbane, baxleme û hwd. Me gelek amûrên çandên cuda yên rojavayî, rojhilatî û Kurdî anîn cem hev. Zerb amûrek rojhilatî ye, zêde Ereb bi kar tînin, cumbiş jî Ermenî ye û hwd. Me bi vê yekê xwest zingîneyeke çand û muzîkan bixin nava hev û Seyranê nûjen bikin. Serpêhatiya seyrana me jî wiha bû."

‘Hesretê ji dil derxin hûn jî werin’

Rehef Zilfo bi vê xwestekê dawî li axaftina xwe anî: "Jin, pêwîst e hesreta hunerê ji dilê xwe derxin, qeyd û bendên li ser hunera xwe biqetînin û qedexeyan rakin. Hesret mirin e, derkevin bigerin bixebitin û hûn jî rol û misyona xwe nas bikin. Jin wisa ye ku her tişt di vê jiyanê de jê re xweş û rehet tê. Hûn jî werin, em bi hev re bibin hêzek mezin."