Seher Muezî bi Ansiklopediya Kurdî ya rengîn çanda Kurdî dide nasîn

Ansiklopediya rengîn ku bi zimanên Kurdî tê belavkirin derencamên wê zêdeyî 11 salên hewla Seher Mueziye ku bi sê zimanên Kurdî, Fransî û Îngilîzî kom kiriye û di aliyê nasandina ferhenga netewa Kurd ya aliyê reng û kevneşopiyan de ye çavkaniyek bi nirx e

Navenda Nuçeyan- Pirtuka bi navê Pazar ku nivîskara wê Seher Muezî ya helbestvana zana ya ferhenga Kurdî ku ji xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê zanîngeha Sellahedin ya li Hewlêrê hat çapkirin û belavkirin.

Pirtuka Pazar Ansiklopediya rengîn bi zimanê Kurdi ku Seher Muezî di nava 11 salan de hewil daye berhemên pirtuka xwe kom bike û li her çar parçeyên Kurdistanê belav dike.

Ansiklopediya rengîn nav û taybetmendiyên wê zêdeyî 37 hezar reng digre nava xwe û Seher Muezî li gel zanyariyên folklorî û diyardenasiya çar parçeyên Kurdistanê, ziman, Çand û kevneşopiya Kurdî, li Misir, Ermenya, Qefqasya, Sudan û Libya şîrove kiriye û bikaraniye.

Pirtûk bi sê zimanan hat nivîsand

Ansiklopedî di aliyê nasandina ferhenga netewa Kurd ya aliyê reng, kevneşopî, ferheng, xweza, kar û jiyana Kurd li seranserî Rojhilata Navîn û ew cihên din ku Kurd lê hene çavkaniyek temam û bi nirx e. Ev Ansiklopedî bi sê zimanên Kurdî, Fransî û Îngilîzî hatiye nivîsandin.

Wek endama navenda Kurdî hat hilbijartin

Seher Muezî ji ber hewla xwe ya bê westan ji bo komkirina van berhemên bi nirx,  weke endama navenda Kurdî hatiye hilbijartin. Herwiha Seher ji derveyî Ansiklopediya Pazar, dû berhemên din di aliyê edebî û helbestên Kurdî de belav kiriye û her wiha 11 berhem di aliyê pêşveçûnên fikrê zarokan de belav kiriye.

Ji derveyî wê jî Seher Muezî hewildaye berhemek amade bike ku her kesek di her temenekê de bi karbe vê rêyê fêrî rênûsa Kurdî bibin.