Seher kêrhatina xwe veguherand bazirganiyê

Seher a ku di demê pandemiyê de kêrhatina xwe keşîf kir û ev kêrhatin vegerand kar, niha li gel xwişka xwe dizayana eba û kurkan dike. Ev xebata wan ji aliyê bikiran ve rastî eleqeyek mezin tê.

KAROLÎN BIZÎ
Beyrut – Seher a ku beşa rojnamevanî xwendiye, di warê perwerde û xwendinê de li Lubanan û derveyî wê xebitî ye. Bi belavbûna nexweşiya Korona re, Seher Mişmoşî ya ku di malê de dima û hemû demê xwe vale derbaz dikir, ji vê yekê gelek bêzar bû, wê bêzarbûna xwe veguheran afrîneriyê û fikirî ku kêrhatina xwe di şikldanê (dizayn) cilan de keşîf kir, paşê jî dest bi şikldana eba û kurkan ku ne dûrî beşa wê ye kir û li ser tora civakî dest bi bazirganiya wê kir. Seher bi xwe dide zanin ku aramanca wan ne bazirganiye, armac ewe ku jin bikarin kêrhatiyên xwe keşif bikin û kar bikin e. 
“Korona hişt ku ez kêrhatina xwe bibînim”
Seher Mişomşî dide diyarkirin ku ew li ser dagirtina dema xwe ya vale xebitiye û fikirek wiha pêre çêbûye û  wiha domand: “Bi belavbûna nexweşiya Korona û girtina bajar re, ez gelek fikirîm ku ez çawa dikarim kêrhatina xwe ji bo hevrêzkirina rengan û bijartina cilan, bikar bînim. Min dît ku ez dikarim şikldanê bikim ji ber ku bavê min berê di durûnxaneyê de dixebitî û bi vî awayî min ev kêrhatin ji wî girt û bi rastî jî me dest bi vê pirojeyê kir û li ser mijarên teknîkî, reng û curên qûmaşan bi bavê xwe re ez dişêwirîm.
“Civaka Lubnanî civakek ji modê hez dike”
Seher da zanîn ku wan di cejna qurbanê de dest bi çêkirina cilan kir û wiha dom kir: “Destpêka Cejna Qurbanê ya paşîn bû, dema me cil û berg ji bo min û xwişka min dan çêkirin. Wê demê me biryar da ku em rûpelek li ser tora civakî Instagramê çêbikin û navê wê bikin  Sena  ku ew jî kurtkirina navê min û xwişka min e. Da ku em van şikldanan pêşêkêş bikin, bi rastî ji dema me nû pêşkêş kirî gelek daxwaz ji mere hatin. Civaka Lubnanî civakek xerîdar e û ji modê hez dike. Seherê jî ew rastiya ku dişibihe wê istixlal kir û ji xwe re rêzeke taybet di warê model li gel pîşeya xwe ya fêrkirin û perwerdekirinê ava kir.”
“Pêvajoya yekem bicihanîn li gor xwestekê ye”
Seher Mişomşî bal kişand li ser şikldanên kurk û ebayan di serdana wê bajarê Mexrib û Xelîcî de girtiye û li wê derê adet û kevneşopiya wan nas kir wiha pêde çû: “Di destpêkê de ez fêrî  çawa şikldananê xêz bikim.  Me fikrê xwe kaxezê di nivîsand. Tirsa me ji derdor û ji bûdceya pirojeyê re hebû, ji ber wê me xwest ku gava yekem ya şikildanan li gorî xwestekan be.”
Pirojeya ku Seher û xwişka xwe dest pê kirî armanca wan ne tenê şikildan û firotina kincan e. Armancên xwe yên din jî hene û dibêje: “ Armanca me ji vê pirojeyê ew e ku jinên li gundan dijin bikarin kar bikin. Ji xwe teqez ewe jinên ku bi me re kar dikin jî di durutinê de xwedî tecrube ne.”
“Pirojeya Sena bê budce ye”
Seher Mişmoşî wiha behsa destpêkirina fikrê xwe dike: “Li himber dengvedanên erênî ez gelek keyfxweşim. Min ev serkeftin bawer nedikir, armanca min destpêkê hema demê xwe vale derbaz nekim xw demê xwe dagrim min ev piroje ava kir. Lê bi vê serkefinê ramana ku tenê behremendî bû veguherî bazirganiyê. Tişta vê pirojeyî cuda dike ew e ku bê budçe dest pê kiriye. Min tu pere li vê pirojeyê xerç nekir ji ber ku ez li gor xwestekan şikil didim cilan. Ev fikra min di dema pandimeya Korona de li malê dest pê kir. Korona hêla  ku em bi xwe re sohbet bikin û kêrhatiyên xwe bibînin da ku karekî taybet ji bo xwe ava bikîn.”
Armanc wan di meha remezanê de ciln ciwaninin
Seher dide zanîn ku jinên Lubnanî li ser torên civakî di aliyê cilan de bandor li ser jinên bajarê Xelicî kiriye ku êdî ew kurik û ebayan ji xwe re wek cil hilbijêrin û wiha got: “Armanca min ewe ku di şikildananên cilan yên meha remezanê wê piraniya xwe girêdayî ciwanan be û sergirtî be. Her wiha ew dê itîmadê li ser rengên biharê û qimaşên Herîr organize bike û teqez wê rengên serke wek reş û spî di komên wê de hebe. Ev cil wê bi nirxek guncew be û ji nirxên sûkê cudatir be. Aramanca wê ji vê pirojeyê ew e ku her jinek ciwan tiştê ku li wê tê li xwe bike.”
“Ez dizanim çawa xweşikbûna wê derxim”
Tevî ku beşa Seher çêkirina eba û kurkan e, lê dîsa jî ew modeya zibûn hildibjêre dide zanîn ku hewl dide dûrî dizîbûna fikrên hinek din mohra xwe li her şikldana xwe bide û wiha dawi li axaftina xwe tîne: “ Ez bi xwe eba û kurkan pêşkêş dikim ji ber ku ez dizanim çawa xweşikbûna wan derxim. Ji xwe pirojeya Sena girêdayî min û xweşka min e. Em hîs dikin ku ev bazirganî weke zaroka me ye û em bi vê serkeftinê serbilind in.”