Save the Children: Ji her pênç zarokan yek jê ji şer bandor dibe

Rêxistina Save the Children, ragihand ku sala borî li seranserê cîhanê nêzî 520 milyon zarok li herêmên şerê çekdarî jiyan kirine û ev rewş bandora wêranker a şeran a li ser zarokan nîşan dide.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê cîhanê şerên çekdarî bandorên wêranker li ser zarokan avadike û zarok bi tundî, koçberî, kêmbûna xurekê û bêparbûna xwegihandina perwerde û tenduristiyê re rû bi rû dimînin. Bi mîlyonan zarok, di hawirdorên xeternak ên gef li jiyana wan û pêşeroja wan dixwo de dijîn.

Rêxistina Save the Children a Elmanî daxuyanî da, ragihand ku sala borî nêzî 520 mîlyon zarok li herêmên şerên çekdarî jiyan kirine û ev yek li gorî sala 2023’an tê wateya zêdebûnek 47 mîlyon.

Li gorî analîza rêxistinê ya bi sernavê "Şerê li dijî Zarokan Rawestînin - Kî di Ewlehiyê de ye?", ji her pênc zarokan yek ji şerên çekdarî bandor dibe. Di analîzê de hate destnîşankirin ku li herêmên pevçûnê li dijî zarokan 41,763 sûc hatine kirin û ev yek li gorî sala 2023’an tê wateya zêdebûnek ji sedî 30. Ev yek li aliyê rêxistinê ve rekorek nû ye. Piraniya binpêkirinan li Filistîn, Komara Demokratîk a Kongoyê, Nîjerya û Somaliyê pêkhatin. Di heman heyamê de li seranserê cîhanê 61 pevçûnên navneteweyî hatin tomar kirin.

Dîrektorê Giştî ya Save the Children, destnîşan kir ku di hawîrdorek leşkerî ya kûrewî de parastina zarokan divê armanca sereke ya polîtîkaya ewlehiyê be û xerckirina pereyan a hinek welat a ji parastina zarokan bêtir ji bo çekan mîna "rezîlî” bi nav kir.

Analîz, xwe dispêre raporên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê (PRIO) li Oslo û NY’ê. Herêmên pevçûnê, mîna herêmên di nîvçap a 50 kîlometreyî ku di nava salê de herî kêm bûyerek pevçûnê qewimî ye, hat pênase kirin.