Rûxmê êriş û rêgiriyê ji bo parastina çandê têdikoşin

Çand û hunera ku şopa xwe li ser dîroka şer û serfiraziyê hiştiye, rolên girîng lîstiye. Jin û keçên ciwan bi riya beşdarbûna nava koma stranan li ser nûjenkirin û parastina wan xebitîne,

RUPERÎN BEKIR

Şehba – Jin herî zêde parastina çand û mîratê dike, huner jî navgîna rizgariya ji zextên jiyanê tê hesibandin, girêdanbûna bi xak û nasnameya xwe di salên dirêj de bi riya stranan vegotine.

Hunermend û têkoşer Hozan Mizgîn "Gurbet Aydin" ya ku nave komê ser nave wê hatiye avakirin di dîroka 5’ê Mijdarê 1992’an de diêrîşek dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dide, bi dengê xwe ya çiyayî beşdarî nûjenkirina mîrata kurdî bû.

Ji bo bîranîn û berdewamkirina şopa wê ya hunerî gelek sazî û komên bi navê wê radikin, hatine damezrandin, ji wan koma bi navê Şehîd Mizgîn ya stranan di sala 2019'an de li herêma Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezrandin û girêdayî tevgera Hîlala Zêrîn e. Kom ji 9 endaman pêk tê û temenê wan di navbera 40 heya 60 salî ye.

‘Civak jinên temen mezin li ser dîkê qebûl nedikir’

Nebiye Mihemed ya 53 salî ku yek ji endama damezrînera wê komê ye dibêje: “koma Şehîd Mizgîn li Şehbayê ji hêla sê endaman ve hat avakirin, ji ber wê jî em bi hin zehmetiyan re rû bi rû man bi taybet ji ber endamên wê temen mezin in, di destpêkê de civakê derbasbûna jinên temen mezin di warê huner û stran gotin de û sekinandina li ser dîkê qebûl nedikir. Lê bi vîna xwe ya xurt û girêdanbûna me bi fikra azadiyê re hişt ku em li pêşiya civakê bisekinin. Me koma xwe birêxistin kir û me îsbat kir ku em dikarin çanda xwe bidin xuyakirin û balê bikşînin ser dozên xwe.”

‘Divê em parastina çanda xwe ya kevnar bikin’

Nebiye Mihemed diyar kir ku kom ji bo bîranîna şoreşger Mizgîn hatiye avakirin her wiha bi armanca stranên curbecur parastina mîrat û folklora Kurdî ya kevnar dikin û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Divê em layîqî vê komê bin ji ber navê keseke têkoşer û şoreşger radike, ku bandora wê li ser hejmarek mezin ji jinan kir.”

Nebiye Mihemed ji bo hevgirtinê banga hemû jinan kir û got: “Divê em parastina çanda xwe ya kevnar bikin, li hember hêza ku hewl dide me tûne bike, hebûna me înkar bike û hewl dide jinan ji cewhera wê dûrxînin bisekinin.”

‘Me piştgiriya xwe ji gel girt’

Endama koma Şehîd Mizgîn Leyla Xelîl da xuyakirin ku ew di sala 2022'an de derbasî koma Şehîd Mizgîn bûye û wiha pê de çû: “Sekna li ser dîkê ji bo min xewn bû. Jiyana jinan di dema desthilatdariya rejîma Baas de pir zehmet bû. bi taybet ji ber em kurd in zehmetî du qat zêdetir dibû, lê bi şoreşa Rojava re ji bo pêşketinê rê li pêşiya herkesî hat vekirin. Tevlîbûna me nava şahiyan me piştgiriya xwe ji gel girt. Israra me bi dengekî bilind gotina stranan zêde dibe."

‘Têkiliya min bi dîrok û çandê re zêde bû’

Leyla Xelîl di berdevamiya axaftina xwe de got ku ji bo hewildana gîhandina dengê xwe û dengê jinên din ji cîhanê gîştî ew di tevgera Hîlala Zêrîn ya çand û hunerê de endam e û got: "Ez di temenek biçûk de tevlî koma dîlanê ya folklorê bûme, ji ber wê jî têkiliya min bi dîrok û çandê re zêde bû."

Leyla Xelîl di dawî de şoreşger Mîzgîn bibîranî û bi van gotinên hestên xwe anî ser ziamn: “Şehîd Mizgîn nûnertiya jina kurd ya resen kir, bi vîn û hêza xwe temsîla felsefe û fikra azad kir û bi dengê xwe ya çiyayî di nava gelê Kurd de belav kir. ji bo pêşketina karê hunerî em hêza xwe ji kesayeta wê digirin, kom li ser pêşkêşkirina stranên ku şehîd Mizgîn derbarî dîrok û çanda kurdan de gotiye, dixebite.”