Romannivîsa herî ciwan a Sûdanê bi pênûsa xwe li dijî bê hevîtiyê şer dike

Romannivîsa herî ciwan a Sûdanê pênûsa xwe li dijî şer û binpêkirinan bi kar anî û li ser wê yekê nivîsî ku wê çawa jinên ciwan di nava şer de ji bêhêvîtiyê derkevin.

MERFAT ABDULKADÎR

Sûdan – Lamis Al-Batoul a ji Sûdanê hîn di dibistana bavîn de dixwîne û romannivîsa herî ciwan e. Romana destpêkê ya nivîskara biçûk bi navê ‘Bîranînên bi êş’ hat weşandin. Lamis Al-Batoul bal dikşîne ser zehmetiyên ku jin û mêrên ciwan ên di welat de dijîn.

Lamis Al-Batoul  got: “Dema ku mamosteyê min jêhatiya min di vî warî de dît û bavê min heta îro piştgiriyek mezin da min, min di pola duyemîn a dibistana seretayî de dest bi nivîsandina çîrokan kir.” Lamis Al-Batoul  wiha gotinê xwe domand: “Heta niha min xwendina 500 pirtûkan, di nav wan de nivîskar û ramanwerê Misrî Abbas El-Akkad, bijîjk û fîlozofê Misrî Mistefa Mehmûd û romannivîsê rûs Dostoyevskî qedandiye.”

Bala xwe dide hestên jinên ciwan

Lamis Al-Batoul a piştî ku beşdarî pêşbirka Xwendina Erebî bû, ku tê de xwendekarên ji welatên Ereb beşdar bûn, ji ber derketina şer nekarî derbasî qonaxa dawî bibe. Lamis Al-Batoul destnîşan kir ku şer bandorê li xeyal û nivîsandina pirtûkê dike û got ku ew bi zorî pirtûka xwe qedandiye û wiha pê de çû: “Piştî 3 salan min pirtûka xwe pêşkeşî weşanxeneya Austin Macauley kir. Ji aliyê Weşanxaneya Austin Macauley ya Brîtanî ve bi rêya ofîsa xwe ya li emîriyê hatiye çapkirin û weşandin.” Lamis Al-Batoul  der barê naveroka romanê de ev tişt anî ser ziman:

"Roman bîranînên bi êş hestên xort û keçên ciwan ên di qonaxeke krîtîk a jiyana wan de, di şiklê bîranînên ku çîrok û serpêhatî tê de ne, nîşan didin. Ciwan ji ber şert û mercên ku tê de ye dikare serî rake û carna rast be  jî dikare serî netewîne. Li vir ji aliyê civakê ve bertekek tund tê û û ciwan bêyî ku êşa dikişîne, çi dibîne û hîs dike neçar e ku li gorî zagonên civakê tevbigere. Roman bi çîroka keçek ciwan destpê dike. hestên wê tevlîhev e, ji ber malbat wê tune dihesîbîne û ji ber ku hestên wê hîs nakin zehmetiyan dikşîne yan jî di vê temenê de  dema hevalên wê jê dûr dikevin tiştê ku hîs dike ev e. Piştre roman derbasî çîroka jinek ciwan 15 salî dibe ku di bin bandora kurê şaredar de ditirse û xemgîn dibe. Di romanê de bi giştî di jiyana ciwanan de hestiyariya bi êş a pevçûnê, û her weha gelek çîrokên cudabûn û zordestiyê nîşan dide.”

 ‘Kêliyên herî xerab ên êşê dijîn'

Lamis Al-Batol der barê jinên Sûdanê ên ku ji ber şer êşan dikşînin got: “Di şerên li cîhanê de êşa herî mezin dikşînin jin in. Êşa wan ji windakirina endamekî malbatê pêk tê û dema ku nalînên zarokên xwe yên ji birçîbûn, nexweşî, serma û germê dibihîzin, kêliyên herî xerab ên xemgînî û êşê dijîn. Dema ku nikarin alîkarî û piştgiriyê bidin xwe sucdar dibînin. Tiştê ku zordestiyê li jinan û zarokên keç dike û êşa wan zêde dike, destavêtin û binpêkirinên ku pir caran rastî wan tên e.”

Lamis Al-Batol êşê jinên ji cîhê xwe bûne bi van gotinan anî sr ziman: “Êşên jinên stargehan ne tenê ji bo peydekirina xureka ne, jin li kêleka pêdiviyên xwe yêntaybet bi biçûkxistin û cudekariyê re rû bi rû dimînin.”           

Li dijî şer bang

Lamis Al-Batol bang li nivîskar, lîstikvan, dengbêj û rewşenbîran dike ku li dijî binpêkirinên jinan helwest nîşan bidin û wiha bi dawî kir: “Li cîhana derve xemsariyek mezin li hember binpêkirinên mafan û şîdeta ku jinên Sûdanê rastî tên heye. Divê her kes li dijî vê yekê rabe."