Bi karê xwe yê desta dixwaze çanda Kurdî biparêze

Sûzan Ebas a ji Terbespiyê ye bi wênesazî û karê xwe yê dest dixwaze çanda Kurdî biparêze.

ZEYNEB ÎSA

Terbespiyê – Jinên Kurd ên Rojava ji bo parastina nasnameya Kurd û mîrateya wê ya kevnar bi her awayî têdikoşin. Hinek ji wan bi riya rîş û rengan li dijî qirkirina çandî berheman diafirînin. Sûzan Ebas jî jineke Kurd a ji bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Sûzan Ebas jî ji bo parastina mîrateya çanda gelê Kurd, pêşangehek vekiriye û berheman lê pêşkêş dike. Li kêleka wê jî sûzan Ebas wêneyan xêz dike û wan wêneyan jî di pêşangehê de pêşkêş dike

‘Bûm mamosteya wênexêziyê’

Sûzan Ebas behsa destpêka jêhatîbûna xwe ya di warê wênexêziyê û karên destan de kir û got: "Jêhatîbûn ji destpêkê ve bi min re hebû ji ber ku min her dem wêne xêz dikirin û berhemên destan çêdikirin. Lê piştî Şoreşa Rojava derbasî peymangehên zimanê Kurdî bûm, piştre min beşa wênexêziyê xwend û her çû di vî warî de xurtir bûm, di dawiyê de bûm mamosteya wênexêziyê. Di ber karê xwe yê mamostehiyê de jî min her dem xwe di warê jêhatîbûna xwe ya karên dest de bi pêş dixist. Her dem min dixwest weke dayikan ber lepik, kum, papik û yelekan çêbikim. Pişte min xwest ez berhemên xwe ji malê derbixim û di pêşangehê de pêşkêş bikim. Min ev pêşangeh vekir û wêne û berhemên dest ên ez çêdikim min pêşkêş kirin. Piştgiriya malbata min bû sedem ku ez her dem karê xwe berdewam bikim tevî şert û mercên bajar ên zehmet ku em tê de bûn."

‘Min bi îsrar û îrade berdewam kir’

Sûzan Ebas behsa zehmetiyên destpêkê û armanca wê ya bi parastina mîrateya çanda Kurd kir û wiha domand: "Zehmetiya destêkê di milê kar min de ew bû ku her kesê li bajar çêdikir. Her dem ji min re digotin wê berhemên te balkêş nebin û kes nema mîrateya Kurdan diparêze. Min bi îsrar û îradeya xwe berdewam kir û hişt ku karê min her dem bi pêş bikeve û her kes were ziyareta pêşangeha min. Amûrên ku ez pê kar dikim hemû tiştên xwezayî ne weke ax, av, pelên daran û hwd. Dema ku ez lepik an kumek çêdikim bi tayên hirî û sinareya ta çêdikim. Wêneyên ku ez xêz dikim piraniya wan ji rengên av û komirê ne. Armanca min bi vekirina pêşangehê ew e ku ez çanda Kurd biparêzim. Hemû tiştên ku di malên me yên kevin de hene weke destar û teşî wan di vir de bi cih bikim. Ji ber ku jinên Kurd çi bi destên xwe çêbikin xweş e û min xwest ez çanda xwe biparêzim."

‘Divê em çanda xwe biparêzin’

Sûzan Ebas xwest di pêşerojê de pêşangeha xwe berfirehtir bike û daxwaz kir ku her jina Kurd mîrateya çanda Kurd di mala xwe de bibarêze û wiha bi dawî kir: "Projeyek heye ez dixwazim beşdar bibim, zarokên ku bi otîzmê ketine bi riya wênexêziyê wan tedawî bikim. Divê mirov ji xwe bawer be, jêhatîbûna xwe derxe holê û gotinên mirovan ên neyînî bandorê beke. Divê berhemên mîrateya Kurd li ku hebin di mala xwe de biparêzin ji bo em çanda xwe winda nekin."