Romana Bedene Destê Lîza hat nasandin

Şadî Kerîm bi merasîmekê Romana xwe ya bi navê Beden e Destê Lîza bi xwendevanan da nasîn, nivîskara vê romanê got; “Bi kedeke mezin û azad min ev pirtûk nivîsandiye.”

Silêmanî- Li navenda Rewşenbîrên Rahend bi mersîmekê li bajarê Silêmaniyê Romana Bedene Destê Lîza ya ji aliyê Şadî Kerîm ve hatiye nivîsandin hat nasandin. Di merasîmê de nivîskarê pirtûkê der barê nivîsandina pirtûka xwe de wiha got: “Romana min berhema sê salan e ku encama nivîsandina çend romanên min ên din di salên borî de ye. Di nava civaka me de zehemet e ku jinek bikare bi awayek azad binivîse û bibe nivîskar, ji ber tirsa desthilatdarî û civakê ku dibe rêgir ji bo nivîsandina jinan û jin nikarin binivîsin, ji bo nivîsandina pirtûkê malbata min û derdora min gelek alîkarî dan min heta ku min karî bi awayek azad  romana xwe nivîsand.”
“Rola jinan a nava civakê û qurbaniya jinan min nîşan daye”
 Şadî Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser naveroka pirtûkê û wiha domand: “Romana min a Beden e Destê Lîza romanek civakîye û ji 307 rûpelan pêk tê. Tê de behsa bûyerên civaknasiya jinan tê kirin. Min hewl da zêdetir balê bikşînim ser civaknasiya mirov û behsa derûniyê  bikim. Di romanê de min behsa rola jinan a di nava civakê de kiriye ku jin çawa û ji ber çi dibin qurbaniyên destên rojgar û civakê, Lîz aktora sereke ya romana min e bi xwe dibe qurbaniya destên civakê, malbatê û kevneşopiyan û ez di wê hêviyê de me ku romana min di demên li pêş de bibe fîlm. Ez di wê baweriyê de me ev pirtûk wê deng vede.”
“Em dizanibûn ku dê rojên nexweş derbas bibin”
Saye Mehemed hevala nivîskar e ku di dema nivîsandina pirtûkê de her tim bi nivîskar re dibû alîkar wiha behsa hewldanên Şadî yên ji bo nivîsandina pirtûkê kir û got: “Ev pirtûk Şadî pêşkêşî min û xwişka xwe kiriye, ez gelek kêfxweş im ku me bi hev re karibûye rojên nexweş bi derbas bikin, ji bo em bigihîjin van rojan. Dahata vê pirtûkê em ê bidin xêrxwaziya Terxan û hewl bidin alîkariya zarokên bê dayik û bav bikin.”
Di dawiya merasîmê de pirtûk pêşkêşî xwendevanan hat kirin.