Rojnivîska Gurbetelli Ersoz di Muzexaneya Lozanê de ne

Rojnivîska rojnamegera Kurd Gurbetelli Ersoz a “Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişandiye” ku di navbera salên 1995-1997’an de nivîsiye di Muzexaneya Hunerên Bedew a Lozana Swîsreyê de ne.

Navenda Nûçeyan – Rojnivîska yekem jina Gernendeya Weşanê ya Turkiyê Gurbetelli Ersoz a bi navê “Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişandiye” ku di navbera salên 1995-1997’an de nivîsiye piştî Atina û Stuttgart ê vê care jî di Muzexaneya Hunerên Bedew a Lozana Swîsreyê de hat pêşandan.
Rojnivîsk li ser kevirên ji 145 parçeyan pêk tê, bi bilindahiya 9 mîtroyane û 2 tonan jî giran e. Li ser tabletan detayên weke salên rojnamegeriyê û salên li girtîgehê cezayê giran girtî jî tên dîtin. 
Eleqeyeke mezin bo pêşangeha dê heta 15’ê Gulanê jî berdewam bike hat nîşandan.