Rojnamegerên jin: Em ê bi xebatên xwe bibin bersiv

Rojnamevan Sozda Ehmed û Ciwana Xelef bertek nîşanî girtina rojnamegeran a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dan û gotin, “Em ê bi xebatên xwe li hemberî zextên ku li dijî rojnamegeran tê meşandin bibin bersiv.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi nêzbûna hilbijartinên 14'ê Gulanê ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re dewleta Tirk bi operasyonên siyasî pêla girtina rojnameger, hûnermend û siyasetmedaran da destpêkirin. Li hemberî zext û girtinên rojnamegeran ji her derê bertek tên. Rojnamegerên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî êriş û girtinên li dijî rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şermezar kirin û gotin, “Em ê bibin bersiv.”

 ‘Ji ber ku rastiyê aşkere dikin tên hedefgirtin’

Rojnameger Sozda Ehmed polîtîkayên bi pergalî yên li dijî rojnamegeran tê meşandin şermezar kir û wiha dom kir: "Li Tirkiyeyê hikûmeteke ku hebûna xwe bi kaos û şer dide meşandin û xwedî dibe heye. Hikûmet her gava xwe bi nijadperestî û dijminahiya jinan gur dike. Medyayê wekî amûra herî girîng a ferzkirina vê li ser civakê dibîne. Ji ber vê yekê xetereya herî mezin li ser van polîtîkayan rojnamegerên ku wan eşkere dikin û rastiyan derdixin holê ye. Ji ber vê yekê çapemeniya muxalîf û çapemeniya Kurd hedefa bingehîn a hikûmetê ye.”

Sozda Ehmed destnîşan kir ku pêla girtina rojnamegeran ji hilbijartinên 14’ê Gulanê ne qût e û wiha pêl da axaftina xwe: “Tirkiyê ber bi hilbijartinek dîrokî ve diçe, divê qonaxa hesas de her kesê ku li dijî sîstema desthilatdarî û koletiyê derkeve tê girtin. Ev siyaseta qirêj ne ji roja îro destpê kiriye. Pêvajoyek ku salên 90’î rojnamevan û xebatkarên ragihandina azad hedef hatin girtin, kuştinên kiryar nediyar yan jî hatin girtin, rojname hatin girtin û bombekirin, ev yek îro jî didome. Ev polîtîkayên ku berê li ser çapemeniya Kurd dihatin meşandin, îro jî li ser hemû çapemeniya muxalîfên Tirkiyeyê û muxalîfan tên meşandin.”

Sozda Ehmed da zanîn ku ji bo vegotina heqîqetê û danasîna rastiyê ew ê bi erka xwe rabin û got: “Em wekî rojnemevanên jin bang li her kesê azadîxwaz dikin bi taybet li Bakûrê Kurdistanê ku asta têkoşînê bilind bike û bibe dengê heqîqetê.”

‘Em ê bi xebatên xwe bibin bersiv’  

Endama Radyoya Sewt El Heyat Ciwana Xelef jî bal kişand li ser polîtîkayên zextê yên li dijî rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê meşandin û wiha dom kir: “Bi girtina rojnemevan û saziyên çapemeniyê dixwazin dengê civaka Tirkiyê bigrin û polîtîkayên xwe yên qirêj bimeşînin. Her çiqas kar û xebat zehmet be wekî rojnemegerên jin pêwist e em êş, zext, qêrîna civakê ya li dijî koletiyê û bişaftinê bilind bikin û ji raya giştî re ragihînin.”

Ciwana Xelef herî dawî da zanîn ku dê rojnamevanên azad rastiya heyî eşkere bikin û dengê rastî û felsefeya azad bidin rûniştandin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Çawa rojnamevanên jin yê Rojava bi kamera, pênûs, wêneyekê şoreşa Rojava pênase kir, felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ da eşkerekirin û bû sembol ji hemû jinên cihanê re; ew ê bikaribin bibin bersiv ji hemû kiryar û polîtîkayên dewletên desthilatdar yê ku xwe li ser xwîna gelan dide ava kirin aşkere bike û dengê rastî û felsefeya azad bide bihîstin.”