Rojiya Nînewayê ji sedsala 7'an heya 21'ê didome

Surma Şimonî ya Aşûrî da zanîn ku ew di 6’ê Çileya her sal de dest bi rojiya Nînewayê dikin ku sê rojan berdewam dike û bi xwarineke gelerî (Poxîn) wê rojiya xwe vekin her wiha Surma Şimonî serpêhatiya rojiya Nînewayê vegot.

 

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Yek ji kevintirîn gel di cîhanê de gelê Aşûrî ye. Aşûriyên ku li ser vê axê dijîn, xwedî şaristaniyek pir kevn û dewlemend in her wiha wekî dergûşa şaristanî û mirovahiyê tê nasîn. Aşûrî bi kevneşopiyên xwe yên çandî û gelerî dîrok û şaristaniya xwe didomînin û diparêzin. Dapîr û bapîrên aşûriyan yek ji ew kesên herî çalak di parastina vê dîrokê de ne. Rojiya Nînewa yek ji ew rojiyên ku heya roja îro tê girtin. Rojiya Nînewa yê rojiya Xirîstiyanan e ku li dêrên Suryaniyan û Ortodoksên Rojhilatî belav bûye. Rojiya Nînewa bi belavbûna vîrusê ku di sedsala heftemîn de li gelek herêmên Iraqê girtiye ve girêdayî ye. Ji ber wê jî metranên dêran wê demê biryar dane ku vê îbadetê bikin, nimêjê bilind bikin û rojiyê bi niyeta rawestandina karesatên ku hat serê mirovan, bigrin. Encam ew bû ku lehengê mirinê û ruhê bela ango vîrûsa Taûn winda bû. Ji ber vê yekê serokên dêran li hev kirin ku ji wê demê ve, her sal rojiya Nînewayê bigrin da ku wan rojên zehmet bi bîr bînin.  
Dibe ku rojîgirtina Nînewayê nîşaneya Pêxember Yûnis (Yûnis ê Pêxember) be, dema ku Xwedê ew şand cem gelê Nînewayê û ji tirsa wan xwest bireve. Paşê ew avêtin avê û sê rojan ji aliyê balînayê ve hat daqurtandin. Paşê yezdan lê guhdar kir û ew ji zikê balînayê derxist, da ku xelkê Nînewayê bihêlin tobe bikin. Ji ber vê yekê xelkê Nînewayê ji yên din zêdetir bi vê rojiyê ve girêdayî ne û digrin, heta radeya ku gelek ji wan di vê rojiyê de bi tevahî ji xwarinê qut bûne. Ji bo ku em bêtir serpêhatiya vê rojiyê nas bikin, me serdana Surma Şimonî ya ku ji gundê Til Şamîram bi 4 km. rojava başûrî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve, kir û ji me re bi berfirehî vegot. 
"Ji devê Surma serpêhatiya Rojiya Nînewayê "
Surma Şimonî bi vegotina serpêhatiya rojiya Nînewayê dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber êrîş û şer û rewşên ku herêma me tê re derbas dibe, bandoreke pir mezin li bîra me hatiye. Lê bi qasî ku tê bîra min ku me ji dapîr û bapîrên xwe bihîstiye, dibêjin; li Nînewaya Iraqê nexweşiyek hebû û pir belav bû, wê demê dengek ji Xweda dihat lê kesî lê guhdar nedikir. Zilamek hebû ji aliyê Xweda ve hatibû erkdarkirin, ji ber xelkê Nînewayê reviya, dema ku digihîje deryayê gemiyek dibîne û xwe davêje nava wê. Dema ku ew zilam dikeve gemiyê pêlên deryayê dîn dibin lê ew neçar dimîne ku noqî deryayê bibe da ku xelkê di hundirê gemiyê de nefetisin û pêl vegerin rewşa xwe ya normal. Dema ku ew zilam dikeve deryayê dikeve devê balînayê û 3 rojan di zikê wê de dimîne. Piştî ku derdikeve xelikê Nînewayê li ser girtina rojiyê teşwîq dike. Jib o ku vîrûsa taûn ji holê rabe, 3 rojan şênî, lawir, mezin û pîran her wiha heya ew zarokên çend rojî ji mêjîna pêsîra dayika xwe jî qut dibin, rojî girtin. 3 rojan ne xwarin û ne jî vexwarin hebû, tî û birçî bûn. Rojiya Nînewayê ya ku di sedsala heftan de ji Îraqê dest pê kiriye, heya sedsala 21'ê didome."
"Piştî sê rojan, rojiya xwe bi Poxînê vedikin"
Surma Şimonî da zanîn ku di rojiyê de Poxîn çêdikin û wiha domand: "Di her munasebetek de xwarineke me ya gelerî heye. Di rojiya Nînewayê de jî em xwarina (Poxîn) çêdikin. Ew xwarin ji 7 tiştan nîsk, garis, xwê, fasûliyeya hişk, genim, ceh û dendikên berberojê pêk tê. Çêkirina wê jî wiha ye; 7 rengên ku mîn bi bîr xistiye em destpêkê li ser agir diqelînin, paşê dibin aşê û dihêrin û wiha em rûnê zeytûnan germ dikin û lê zêde dikin, paşê dixwin. Piştî sê rojan em bi vê xwarinê rojiya xwe vedikin."
"Di rojên rojiyê de berhemên ku ji xwînê çêdibin nabe ku werin xwarin"
Surma Şimonî diyar kir ku yên heya nîvroj rojiyê digrin nabin ku tiştê ji xwînê çêdibin bixwin û wiha pêl da gotinên xwe: "Her kes nikare sê rojan bê xwarin û vexwarin bimîne, ji lewre dibe ku heya nîvroj jî rojiyê bigre. Di wan sê rojan de nabe ku tiştên ji xwînê çêdibin wekî ku ji pez, mirîşk û çêlekan çêdibin were xwarin, wekî rûn, hêk, goşt, mast, şîr û hwd. Divê ku xwarinên werin çêkirin jî bi zeyta zeytûnan be. Temenek ji girtina vê rojiyê re tune ye, her kesa/ê hêza wê/î heye dikare bigre."
"A/ê di xewnê de avê dide yê din dibe hevjîna wî/ê"
Surma Şimonî bal kişand ser tiştekî balkêş di roja vekirina rojiyê de û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piştî ku mirov rojiyê vedike û xwarinê dixwe, berî ku razê heft tiliyan poxîn dixwe û bêyî ku biaxive ango gotinekê jî bêje radizê heya roja din a sibê. Ew mirov di xewna xwe de, kesa/ê ku wê dibe hevjîna/ê wê/î di xewnê de dibîne ku avê dide wê/î. Ev yek jî bi rastî çêbûye û pêk hatiye. Mirova/ê ku bi vê bawer dike tişta di xewna wê de dibe rastî."
"Bendewar im ku Xabûrê me biherike û Aşûrî wê geş bikin"
Surma Şimonî qala parastina vê rojiyê û hemû kevneşopiyên xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ruxmî ewqas êrîş û rewşa ku herêm tê re derbas dibe jî dîsa em parastina çand û kevneşopiya xwe dikin. Bi hêviya ku Xabûrê me vegere û wekî berê biherike û xelkê wê vegerin û gund şîn bikin. Li gund zêdetirî 75 mal hebûn lê niha tenê malek maye ew jî ez û kurê xwe ne. Sedema ku em ji hev ket û qut bûn jî êrîşa DAIŞ'ê di 23'ê Sibata 2015'an de bû. Bi hêviya ku her kes vegere gund, mal, dêr û gundê xwe geş bike. Hêvî û daxwaza min jî di vê rojiyê de ew e ku xelk vegerin Xabûrê û wê ji berê xweştir bikin, ji ber ku Xabûrê bêriya xelkê xwe kiriye."