Riya Ebu Mousa bi tabloyên mozaîkê kelepûra Filistînî vedijîne

Endezyara avahîsaziyê; Riya Ebu Mousa ya hûnerê tevlî avahîsaziyê dike, bi awayekî afrîner û nûjen bi bêhna dema borî tabloyên mozaîkê çêdike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Riya Ebu Mousa di nav komek camên rengereng hembêza xwezayê de, li pêş grubek keçan disekine wan perwerde dike ku ka çawa tabloyên mozaîkê bi pîvanên estetîk çêbikin û ew amadekariyên pêşengehek hunerî mezin ya demên pêş vekirin dike.

Pêşengeha hunerî ya 50 tabloyên mozayîk

Çîroka Riya Ebu Mousa dema perwerdeya 3 mehan nava Xeza de dît destpêdike, li wir tabloyên mozaîkê bi hemû hurguliyên wê nasdike, niha jî amadekariya pêşengeha hunerî ya ji 50 tabloyên mozayîk bi reng û sembolên cuda pêktê dike.

Riya Ebu Mousa der barê tabloyên mozaîk ê ku çêdike û perwerde kirina ciwanan  de dibêje ku çêkirina tabloyên mozaîk ne hêsane, li Xezayê jî gelekî nayê naskirin, lewma ew projeyek pêşniyarî xelata hevkariya ciwanên pêşeng kiriye û xelat wergirtiye. Riya Ebu Mousa diyar kir ku piştre dest bi projeya xwe ya taybet kiriye û dest bi perwerde kirina grubek ji 14 ciwanan pêkte kiriye.

‘Ev proje li ser ji nûve avakirina herêmek arkolojîk bû’

Riya Ebu Mousa da zanîn ku destpêke şexsî destpê kar kiriye û piştre vê yekê veguherandiyê xebatek kolektîf û wiha got: “Tê zanîn ku hunera mozaîkê di bingeh de Îraqî Sûmerî ye, madeyên xam ji cam û qaliqê şeytanûkan dabeşî parçeyên biçûk dikin û tabloyên dîroka civakan nîşane dike çêdikin. Dema min projeya derçûna xwe zanîngehê amade dikir fikr destpêkir. Ew proje li ser jinûve avakirina herêmek arkolojîk kevin bû, ew herêm jî Til Um Amêr a nava Xezayê bû. Piştî demek kurt min projeya xwe yekesî veguherand projeyek kolektîf û min perwerdeya grubek li ser çêkirina tabloyên mozaîkê payabilind û bi pisporî birêvebir.”

Riya Ebu Mousa di berdewamiya axaftinê xwe de destnîşan dike ku ji bo pêşxistina karê xwe û pisporiya xwe di hunera mozaîkê de gelek perwerdeyên navxweyî û yên derve dîtine. Riya Ebu Mousa niha piştî se mehan amadekariya vekirina pêşengehek ji 50 tabloyên cuda dike. Di pêşengeyê de hunera kevin û nû bi awayekî nûjen û estetîk pêşkêş dike, her wiha ew wêneya jina Filistînî bi cilên kelepûrî rengîn geş balkêş nîşan dide.

‘Ger jinê Filistînê biryar bidin dê afrînerin’

Riya Ebu Mousa da zanîn ku ger jina Filistînî biryar bide kar bike afrîner e û wiha got: “Min xwest bi rêbazekî nû mohra xwe ya taybet dînim ser vejendina kelepûra Filistînî ku di bîra temaşevana de mayînde be. Min kelûpel xiste nava avahîsaziyê û tabloyên mozaîkê kevin bi hunera nûjen çêkirin. Gelek astengî li pêş min wek nebûna alav, madeyên xam û cam li Xezayê hebû. Ji ber ku li vir tabloyên mozaîkê bikar nayê, ji ber girtina dergehan û kêm ketina berheman nava Xezayê de ez kedekî mezin didim ku pêdiviyên karê xwe bidestdixim.”

‘Dixwazim projeya min di nava civaka Filistînê de belav bibe’

Riya Ebu Mousa di dawiya axaftinê xwe de jî wiha got: “Hin metirsiyên hunera mozaîkê hene, ji ber ku tu bi caman re kar dikî wan kom dikî dixe tabloyê, karekî hişyariyek zêde pêwîst dike. Girîngidayîna min ji hunera mozaîkê re ji metirsiyên wê zêdetir bû. Ji ber ku bihayên wan zêdene û pir nayên nasîn, em astengiyan di firotina tabloyan de bibînin, lê ez bawerim hin kes hene nirxê vê hunerê baş dizanin û dê bixwazin bikirin. Ez hevî dikim ku di proje û pêşengeha ku rojên bê de vekim bi ser kevim û projeya xwe di nava civaka Filistînî de belav bikim.”