Rêzefîlmê Tava Sor xeta jina berxwedêr a ku hêz û stûna civakê ye, esas girtiye
Lîstikvanên rêzefîlmê Tava Sor têkildarî armanca rêzefîlmê xwe yê ku bi dawî bûye û di demek nêz de weşangeriya wê bê kirin gotin: “Me xwest êş û zilma ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tê kirin bi civaka xwe re parve bikin."
ROJ HOZAN
Qamişlo-Pêwîstiyeke pir girîng hebû ku beşa rêzefîlmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê pêşxistin da civak çand û exlaqê xwe bi rêbazên rast bîne ziman. Sîstemên serwer bi riya rêzefîlmên ku xizmeta berjewendiyên wan dikin bandorê li tevahî civakê dikin, ev yek dihêle ku civak dûrî rastiya xwe bikevin û neçarî wan bibin. Ger em bixwazin civakê demokratîk bikin pêwîst e ji nav civakê bi xwe rêzefîlmên ku destnîşanî xweşî û nexweşiyên vê civakê dikin bên çêkirin û bersiveke şoreşa Rojavayê Kurdistanê di aliyê hunerî de jî hebe. Berê tecrubeyên ku bibin bersiv tunebûn lê bi ked û îsrareke mezin karê çêkirina rêzefîlmê heya astek xwe gihand civaka Rojavayê Kurdistanê û wan di nava xwe de hembêz kir. Bi vê mebestê rêzefîlmê (Tava Sor) ku pirsgirêka Kurd, şerê dewletê, hezkirina û têkoşîna Kurd pênase dike li Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin. Ev rêzefîlm ji 16 xelekan pêk tê û lîstikvanên wê hemû ji gelê Rojavayê Kurdistanê ne ku weke cara yekem karê lîstikvaniyê di rêzefîlmeke wiha de dikin. Niha çêkirina vê rêzefîlmê bi dawî bûye û di demek nêz de li ser ekranê Stêrk Tv dê bikeve weşanê.
Kurteçîroka rêzefîlmê Tava Sor
Rêzefîlmê Tava Sor berî sal û nîvekê li bajarê Dêrikê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kêşana wê hatibû kirin. Rêzefîlm ji aliyê du derhêneran Teymûr Avdikê û Andog Nûman ve, senarîst şehîd Bawer Botan ve hatiya amadekirin. Ev rêzefîlm behsa gelek mijaran dike, xeta welatparêziyê, xeta xiyanetê û xeta têkoşînê. Her wiha di nav de hest, berxwedan û hêza jinan dide diyarkirin. Heft xelekên wê yên destpêkê behsa şerê ku li Cizîra Botan-Bakurê Kurdistanê di navbera dewletê û gelê Cizîrê de qewimîn, dike. Xelekên din behsa piştî şer dike ku dewletê zexteka çawa li ser ciwanan dike. Jinên têkoşer di nav vê rêzefîlmê de baş rola xwe şîrove dikin. Her xelekek çîrokek bi wate vedibêje û ew rastiya çand, girêdan û welatparêziya Kurd dide pêş.
Têkildarî mijarê lîstikvanên rêzefîlma Tava Sor ên ku bi rojên zor û zehmet kedeke mezin ji bo vê xebatê dan heya gihîşt serî ji me re rol û tecrubeya xwe ya di nava rêzefîlmê de anîn ziman.
Lîstikvan her wiha amadekara beşa dekorê Rozelîn Ibrahîm behsa tecrubeya xwe ya nava xebatê sînemaya Kurdî kir û wiha hestên xwe bi me re parve kir: “Di serî de ez rêhevalên ku kedeke mezin di ber amadekirina vê rêzefîlmê de dane û zû xatir ji me xwestin şehîd Bawer Botan û rêveberiya xebata sînemayê şehîd Rojda bi bîr tînim û encamên vê kedê li giyanê wan pîroz dikim. Berî derbasî xebateke wiha bibim min di xebatên çand û hunerê de cih digirt ji bo wê tecrubeyên lîstikvaniyê ji kesayeta min ne dûr bûn ji ber ku pir caran min lîstikvanî di şanoyan de kiriye. Her çiqas em bêjin jî lîsikvaniya sînemayê pir cuda ye û zehmetiyên xwe jî hene heya tam mirov bikaribe wê rolê baş biteyisîne. Wekî din beşên me yên weke dekor, mekyaj, deng, muzîk tê de hene. Weke lîstikvan yekem car e ez rola xwe di rêzefîlmeke wiha de digrim û hemû lîstikvanên me jî ji gelê vê civakê bûn yanî heya asteke bilind civaka Rojavayê Kurdistanê barê herî giran ê derxistina vê rêzefîlmê girt ser milên xwe. Der barê vê de me pir zehmetî kişandin tirsa kamera, deng, hereket û gelek cureyên din hene mînak mirov carna şerm dike lê bi xwestekeke mezin ev hemû hatin derbaskirin û xebata me bi ser ket.”
“Tava Sor ji me re bû bingehek ku zêdetir em di xebata sînemayê de xwe bi pêş bixin”
Roza Ibrahîm bal kişand ser rola xwe ya lîstikvaniyê di fîlmê Tava Sor de û wiha şîrove kir: “Di fîlmê de ez karekterê jineke bi navê Nazê dilîzim. Nazê di malbateke pir dewlemend û feodal de dijî bavê wê zilamê dewletê ye û tu qîmetê nadê. Nazê dixwaze ji vê feodaliya jiyana xwe derbikeve ji bo wê hezkirineke şaş dike, paşê dema riya rastiya xwe nas dike ew jiyana xwe durist dike û xwe ji kesayeta şaş xelas dike. Bi rastî pir zehmet bû ji ber ger mirov bala xwe bidê du rol di rolekê de tê lîstandin li aliyekî jina şaş û li aliyê din jî jina baş ev rol tê lîstin. Piraniya dema xwe me di nav kar de derbas kir ji bo wê bidawîbûna wê hem ji bo min hestên kêfxweşiyê ne hem jî hestên nexweşiyê ne. Xweş e ji ber ku me encama keda xwe dît û nexweş jî bû ji ber me du rêhevalên xwe yên herî bi qîmet ku sitûna vê rêzefîlmê bûn winda kirin. Ev rêzefîlm ji me re bû bingehek ku zêdetir em di xebata sînemayê de xwe bi pêş bixin, ava bikin û jê re bibin pêşeng. Me xwest êş û zilma ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tê jiyîn bi civaka xwe ya Rojavayê Kurdistanê re parve bikin û rastiya hovîtiya dewleta tirk ku niha li vir jî heman yekê dike bi rengekî zelal û zêdetir nêzî hest û mêjiyê civakê bidin pêşandan. Di dawiyê de ez serkeftinê ji hemû xebatkarên ku ev rêzefîlm gihandin serî re dixwazim.”
“Beşdarbûna min a xebatên rêzefîlma Tava Sor gaveke pir girîng bû ji bo kesayeta min”
Lîstikvan Nejbîr Osman tevlibûna xwe ya rêzefîlma Tava Sor e anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev cara yekem e ez tevlî xebata sînemayê dibim, berê ev xebat çawa dihat kirin me nizanibû û weke gelê Rojavayê Kurdistanê berî şoreşê qet di xeyala me re jî derbas nedibû. Bi şoreşê re gavên girîng hatin avêtin ji bo me jî şanseke mezin bû em cara yekemîn cihê xwe tê de bigrin. Çîroka me ya rêzefîlmê pir girîng bû berxwedana Cizîra Botan me da nasîn û me tu cudahiya wê ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê nedît ji ber li ku derê êrîş, zilim û zordarî hebe êşa gel heye û li hemberî wê berxwedanî heye. Li herêmên me jî gelek êrîşên dijwar li ser çand, nasname û hebûna me hatine kirin armanca vê yekê jî ew e ku civaka me her kole bimîne û bi civakên desthilatdar re bên helandin. Beşdarbûna min a Tava Sor gaveke pir girîng bû ji bo kesayeta min bi taybetî dema mirov êşa jinek an zarokek an jî gelekî bide xuyakirin.”
“Her çiqas êrîş li ser jinan hebin jî ew her dem riya berxwedanê hildibjêrin”
Nejbîr Osman bal kişand rola xwe di rêzefîlmê Tava sor de û wiha anî ziman: “Ez karektêrê Xezal di rêzefîlmê de dilîzim. Xezal nasnameya jinên êşkişandî ye ne tenê li Bakur, li her çar parçeyên Kurdistanê. Di vê karektêrê de me êşa jinan û li beramberî wê berxwedana wan da xuyakirin. Xezal tevî êşên xwe aliyên xwe yên berxwedanê xurt dike tevî zextên ku li ser wê û malbata wê hatine kirin, ji bo rihê wê yê welatparêziyê bifetisînin, li ber xwe daye û ji riya rastiyê venegeriya ye. Xezal her dem ji bo tola xwe hilîne li riyan geriyaye. Her çiqas êrîş li ser jinan were kirin jî riya berxwedanê hildibjêrin. Di dawiyê de em dîsa hevalên xwe yên ku negihîştin dawiya vê rêzefîlmê bi bîr tînin. Em nikarin hestên xwe baş bînin ziman. Ji bo pêkhatina xeyalên hevalên me yên ji bo sînemaya Rojavayê Kurdistanê em ê riya xwe berdewam bikin û peyama wan bigihîjînin gel.”