Rêze çalakiyên hefteya hûnerî li Kobanê bi dawî bû

Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Kobanê bi dirûşma "Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunera şerê gelê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin" pêşandanên xwe yên hunerî di roja şeşemîn de bi dawî kirin.

Kobanê - Rêze çalakiyên hefteya hunerê yên ku li bajarok û navçeyan hatin li darxistin di roja şeşemîn de li qada Jina Azad a Kobanê bi dawî bû. Di nava çalakiyan de sitran, şano, helbest, govend û xwerinên gelerî ji gel û zarokan re hatin pêşkêşkirin. Çalakiya yekemîn li parka 19'ê Tîrmehê ya Kobanê hatibûn li dar xistin. Li cihê çalakiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Hîlala Zêrîn hatibûn xemilandin. Bi sedan şêniyên Kobanê tevlî şahiyê bûn, gel bi coş û kelecan şahiya xwe li dar xistin. Axaftin ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Hedle Hesen û Rêveberiya Hîlala Zêrîn ya Kantona Kobanê Gulçîn Hiso ve hat kirin.
"Çand nasnemeya gelan e"
Hedle wiha bal kişand ser rola jinan di nava qada çandê de û wiha pê de çû: "Bi salane dewleta tirk hewil dide ku gelê Kurd durî çanda wan bixe, lê wê ev yek ji dijmin re bibe kul û kelem. Tucarî em ê xeyalên dijmin pêkneyin. Li beramberî wê em ê têkoşîn bikin. Êrîşên dewleta tirk li ser gelê Kurd bê navber tên kirin, çi bi awayên hewayî û bejahî be. Armanca wî ewe ku çawa me di milê çandî de qirbike, lê  ev yek tu carî bi ser nakeve."
Gulçîn wiha da zanîn  ku wê çanda dayik û bavan her ku biçe wê zindî bibe û wiha got: " Ev çalakiyên me li seranserî Bakur Rojhilatê Sûriyê- Rojava hat li dar xistin. Em jî wek herêma Firat me li hemû navçên Kobanê çalakiyên xwe li dar xistin. Çalakiyên me bi awayên serkeftî derbas bûn, zarokên me dilê wan şand bû, rastî di milekî de êrîşên tên kirin lê di milê dine de jî divê em çanda xwe xwedî derkevin, ji ber ku em xwedî li çanda xwe dernekevin em ê her roj bên pişaftin.”
Piştî axaftinan sê dayikên ji Kobanê çîkê goşt, sarme û dolme amadekirin. Paşê komên girêdayî Hîlala Zêrîn a şehîd Hevrîn ya mezinan  a sitranan, koma dayikan a dengbêjiyê, koma şehîd Rêvana ya govend, koma şehîd Barîn a zarokan a muzîk hunerên xwe pêşkêşkirin. 
Di derbarê rêze çalakiyan de komîteya amadekar û kesên ku beşdarî çalakiyên bûne ji ajansa mere axivîn.
Çêkirina xwarinên herêmî
Dayika bi navê Sidîqe Kurdo behsa çêkirina xwerinên filikilorî wiha dike: "Îro Hîlala Zêrîn ya Kobanê rêze çalakî li dar xistine, em jî wek dayik me cihê xwe di nava çêkirina xwerinê de girtiye. Em sê dayik bi hev re me çîkê goşt, sarme û dolme amade kirin. Ji ber ku li Kobanê xwerina herî bi navdar evin. Ji lewra me jî xwast em bi van xwerinan çanda xwe ji nû ve zindî bikin. Lê dema ku em bala xwe pêdin em ê bibînin ku dijmin her dixwaze gelê me di hemû milan de bide tune kirin. Herî zêde jî di milê çandî de gel tune bike."
"Di biniya Hîlala Zêrîn de em dewlemendiyên çandê nîşan didin"
Rêveberiya Hîlala Zêrîn a Kobanê Mehbûba Etî jî axivî û got: "Em wek gelê Rojhilata Navîn di nava şerekî herî zehmet û giran re derbas dibin. Divê em di hemû waran de bi baldarî tevbigerin. Ji ber ku wek gelê Kurd li ser jiyana herkesî bûne xeter, ev jî bi saya berxwedaniya ku zarokên vî gelî kirine. Em jî wek Hîlala Zêrîn bi rêya çand û hunera xwe em ê mil bidin milê şervanên tevgera azadiyê. Çi bi rêka çand an jî bi rêka çekê be. Her gavên ku dijmin pêş ve biçe em jî li beramberî wê çanda xwe xurtir bikin. Komên girêdayî me li gelek deveran geriyan û şahî ji gel re li dar xistin. Bi rastî dema mirov behs dike, ruxmî ku gel hatiye koçberkirin jî lê dîsa jî van çalakiyên me hiştin ku zarokên kampa Til Semen hînekî rûyên wan bi ken bibe, dilê wan şand bibe."
"Mirov bi çanda xwe tê nasîn"
Zaroka bi navê Leyla Xelîl ku cihê xwe di nava koma şehîd Barîn ya Hîlala Zêrîn girtiye wiha dibêje: "Bi saya vê şoreşa ku hatiye li dar xistin, em zarokên vî welatî zarokan Kurdan bi sitran, govend, şano, helbest û hwd. Em zarokan kêfxweş dikin, her çendî zarokan êş û elem dîtibin jî, lê dema ku sitraneke Kurd dibihîsin wê demê em dizanin ku bi sitranan mabe wê zarokên me çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Banga min ji her zarokekî re heye ku bê gel me û cihê xwe di nava çand û hunerê de bigre. Ji ber ku çanda me hebûn, nasneme û rûmeta me ye."