Rewan Helawî bi riya şanoyê çîroka jiyana Rîm Bena anî ser dikê

Rewan Helawî bi şanoyê çîroka hunermenda Filistînê Rîm Bena vedibêje. Bena ji ber windakirina dengê xwe gelek xemgîn bûbû, diyar kiribû ku ev ne tesadufî ye û Îsraîlê tawanbar kiribû ku hewl daye wê bi riya pneumonia bêdeng bike.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd - Piştî nebûna çar salan, Rîm Bena careke din derket ser dikê da ku bi riya şanoya "Ya leyl ma etwelek" (Hey şevê tu çiqas dirêj î) çîroka jiyana xwe vebêje. Rîm Bena jineke Filistînî ye, bi dengekî bilind, kuştin, neheqî û çewisandinê red dikir her wiha nexweşî û westandinê jî red kir lê wê hebûna xwe ya herî bi qîmet winda kir ew jî dengê wê bû dengê ku bi wî şer kir û axa xwe parast, doza xwe gihîştand her çar aliyên cîhanê.

Projeyek hevbeş di navbera Rîm Bena û Rewan Helawî de

Lîstikvana Lubnanî Rawan Helawî li ser dika şanoyê li Beyrûdê, di şanoya “Hey şevê tu çiqas dirêj î” de hestên Rîm Bena wergerand. Rewan di sala 2018'an de bi Rîm re hevdîtin kir û wan li hev kirin ku li ser projeyek hevbeş bixebitin, ew jî şanoya "Hey şevê tu çiqs dirêj î" ye ku ji hêla Rewan Helawî ve di tunebûna Rîm Bana de hatibû pêşkêşkirin. Rewan Helawî çîroka Rîm Bena bi êş û azara wê, windakirina dengê wê û jêkirina pêsîra wê ya piştî nexweşiya penceşêra pêsîrê vegot.

"Min pêşniyar kir ku em çîroka jiyana wê binivîsînin û ew derkeve ser dikê pêşkêş bike"

Rewan Helawî der barê şanoya "Ey şevê tu çiqas dirêj î" de wiha got: "Ev şano projeyek taybet bû di navbera min û Rîm Bena de. Min Rîm di serdana wê ya talî ya Lubnanê de nas kir berî ku ew di sala 2018'an de jiyana xwe ji dest bide û dema ku min ew nas kir û wê ji min re got ku êdî ew nema dikare bistirê, min jê re got ku her çiqas ew êdî nikaribe bi dengê bilind stranan bibêje jî dengê wê tê bihîstin. Rîm ji me re got ku ew ji lîstikvanî û şanoyê hez dike, ji ber vê yekê min jê re pêşniyar kir ku em çîroka jiyana wê binivîsînin û ew derket ser dikê ji bo pêşkêş bike wê qebûl kir. Dema ku Rîm jiyana xwe ji dest da min biryar da ku ez şanoyê bidomînim û bi derhêner Selîm El-Awer re xebitîm."

Di dema pêşandana şanoyê ya ku ji aliyê Rewan Helawî ve hatibû pêşkêşkirin ku tê de ew li ser zimanê Rîm Bena diaxivî, çend kêlî hebûn ku dengê Rîm bi dengên ku li ser dikê dihatin weşandin bilindtir dibû û tê de behsa rewşên ku bandorê li jiyana wê dikirin dike.

"Rîm gelek guman dikir digot ku tiştê hatiye serê dengê wê ne tesaduf e"

Rewan Helawî da zanîn ku di ser destpêkirina projeyê û mirina Rîm Bena û pêşkêşkirina şanoyê de, çar sal derbas bûne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku amadekirina kar demek dirêj domiya û saziya Afaq di sala 2019'an de piştgirî da me, piştre li Lubnanê qeyranê dest pê kir şoreşa 17’ê Cotmeha 2019'an, teqîna benderê di 4'ê Tebaxa 2020'an de û krîza aborî. Lewre dem ne guncaw bû, me taloq kir heta niha em dikaribûn pêşkêşî bikin. Rîm Bena gelek caran digot ku dê kes nikaribe wê bêdeng bike û wê gelek guman kir ku tiştê hat serê dengê wê ne tesaduf e. Wê Îsraîlê tawanbar kir ku hewl dide wê bi riya pneumonia ya ku bijîjkên li nexweşxaneyên Filistînê yên dagirkirî eşkere nekirin de bêdeng bike. Kes nikare Rîm bêdeng bike, ez difikirîm ku ez dikarim ji nû ve dengê Rîm bi mirovan bidim guhdarkirin. Lîstina rola Rîm di şanoyê de wekî diyariyekê bû ji min re."

Rewan Helawî da zanîn ku ew piştî perwerdeyeke dirêj fêrî zaravayê Filistînî bûbû û wiha pê de çû: "Rîm jineke pir bi hêz e, tevî hemû êş û azarên ku tê re derbas bûye, li ber xwe da û bû dengê gelê Filistînê. Ez ji Rîm fêr bûm ku mirov dikare li ber xwe bide, jiyana xwe biguherîne û li hemberî şert û mercan şer bike. Ez hêvî dikim ku hemû cîhan li çîroka Rîm guhdarî bike û nifşê nû Rîm wek jin, şervan û berxwedêr nas bikin. Ez gelek xebitîm ku ev xebata şanoyê bi awayekî akademîk pêşkêş bikim da ku em êşa Rîm ragihînin."

"Dengê Rîm dê her dem di nava me de bilind bimîne"

Yek ji beşdaran, Ebîr El-Xerî piştrast kir ku Rîm Bena tevî mirina wê dê di nav wan de bimîne û wiha anî ziman: "Ev şano gelek hestiyar e, me bir qonaxên jiyana Rîm, ji nexweşiya wê heta zarokatiya wê, zewaca wê û têkiliya wê ya bi dê û zarokên wê re. Em ji hemû bûyeran gelekî bi bandor bûn. Dengê Rîm di nav me de dê bilind bimîne û delîlê vê yekê ew e ku em hê jî li  behsa Rîm dikin û dengê wê dibihîzin."

"Ez yek ji wan kesan im ku ji Rîm pir hez dike"

Meysa Henûnî Yafûrî ku ew jî yek ji beşdaran e wiha got: "Ez dizanim Rîm çend sal berê jiyana xwe ji dest da lê ruhê wê hê jî di nav me de ye. Ez yek ji hezkiriyên Rîm im. Dema ku wê ji zarokên xwe re got ku bi nexweşiya pençeşêrê ketiye, ez pir bandor bûm. Piştî ku Rîm bi nexweşiya penceşêrê ket jiyana wê pir zehmet bû. Der barê jiyana wê ya zewacê de haya min ji hin hûrguliyan hebû lê der barê têkiliya wê û dê û bavê wê de tu tişt nizanibûm."