'Rehbera Xizmeta Kurtajê ya ji bo Xebatkarên Tenduristiyê' di weşanê de ye

Rehbera Xizmeta Kurtajê ya ji bo Xebatkarên Tenduristiyê hat weşandin. Di rehberê de ji xebatkarên tenduristiyê re xizmeta kurtajê tê dayîn, tê armanckirin ku agahiyên bibin alîkarî helwestek li ser bingeha jinan bipejirînin bên pêşkêşkirin.

Navenda Nûçeyan- “Rehbera Xizmeta Kurtajê ya ji bo Xebatkarên Tenduristiyê” ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Jinan (KÎH), Weqfa Stargeha Jinê ya Banê Mor a û Women on Web ve hat amedekirin, hat weşandin. Di rehberê de ji xebatkarên tenduristiyê re xizmeta kurtajê tê dayîn, tê armanckirin ku agahî û rehberek ku wê bibe alîkarî helwestek têgihîştî, profesyonel û li ser bingeha jinan bipejirînin bê pêşkêşkirin.

Di rehbera ku hat diyarkirin kurtaj weke operasyona dawîanîna ducaniyê bê pênasekirin û ji ber gelek sedeman dikare bê tercîhkirin de wiha hat gotin: "Ji ber vê yekê dibe ku di nava van de endîkasyona tibî, pirsgirêkên tenduristiyê yên ducaniyê, malformasyonên fetal û sedemên aborî û civakî hebin.”

‘Tabûkirina kurtajê ya di civakê de jî dikare vê tercubeyê ji bo jinan zehmetir bike’

Di rehbera ku tê bibîrxistin li Tirkiyeyê li gorî daxwaza jinan biryargirtina dawîanîna ducaniyê heta hefteya 10’emîn pêkan e û wiha hat gotin:

"Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), destnîşan dike ku kurtaj operasyonek tenduristiyê ku pir caran tê daxwazkirin e û kurtajê di nava xizmetên tenduristiyê yên bingehîn de bi rêz dike. WHO diyar dike ku li seranserê cîhanê her sal nêzî 73 milyon operasyona kurtajê pêk tê. Tevî ku kurtaj hem operasyoneke pir tê pêkanîn û hem jî weke tibî mudaxeleyek hesan e jî carna ji bo jinan dibe tercubeyek kesane û hestiyarî. Bi vî yekê re tabûkirina kurtajê ya di civakê de jî dikare vê ezmûnê jî ji bo jinan zehmet bike.”

'Berpirsyariyek girîng dikeve ser milên xebatkarên tenduristiyê’

Di rehbera ku hat destnîşankirin berpirsyariyek girîng dikeve ser milên xebatkarên tenduristiyê de wiha hat diyarkirin: “Pisporên tenduristiyê yên xizmeta kurtajê pêşkêş dikin, pêwîst e di vê mijarê de helwestek têgihîştî, profesyonel û li ser bingeha jinan bipejirînin. Ev rehber armanc dike ku di vê mijarê de agahî û rehberek pêşkêşî bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bike.”

Di rehberê de xizmeta kurtajê, di 6 gavên bi sernavên "Empatî Bikin û Rêz Bigrin”, “Nepenî û Bawerî Misoger bikin”, “Agahdarkirin û Şêwirmendî”, “Destûra Nexweş Bigrin”, “Xizmetek Pispor, Pêbawer û Bi Kalîte Pêşkêş bikin” û “Piştî Kurtajê Piştgirî Bidin” hate vegotin. Hûn dikarin bi navnîşana kurtajhakkim.org xwe bigihînin rênîşanê.